Li Tokyo û Osloyê, komkujiyên bi destê AKP'ê tên kirin hatin şermezarkirin

Li paytextên Japonya û Norwêcê Tokyo û Osloyê, li dijî komkujiyên li Cizîrê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin û bang li saziyên navneteweyî hat kirin.

Kurdistaniyên li paytexta Japonya Tokyoyê dijîn, li dijî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve li Cizîr, Sûr û Silopiyayê hatin kirin û tên kirin, çalakiyek pêk anîn.

Ji bo bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser rewşê Kurdistaniyan li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çar saetan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di qasî du sed kes tevlî çalakiyê bûn û raporek li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, pêşkêşî rayedarên NY hat kirin.

OSLO

Li paytexta Norwêc Osloyê, Koma Piştgiriya bi Kurdistanê re ya ji aliyê nivîskar û siyasetmedarên Norwêcî ve hat avakirin, ji bo şermezarkirina komkujiyên bi destê AKP'ê ve tên kirin, meş û semînerek organîze kir.

Girseya gel a ji ber stasyona trenê bi rê ket, heta ber Parlamenta Norwêcê meşiya. Ji Partiya Sor a Norwêcê Arnljot Ask û Seher Aydar li vir peyivîn.

Di meşa ku ku bi sedan Kurdistanî jî lê amade bûn de, berxwedana Cizîr, Sûr û tevahiya Kurdistanê hat silavkirin.

Piştî meşê beşdar derbasî salona semînerê ya li Fredhus (Navenda Aştiyê) bû. Li vê derê siyasetmedar nivîskar Erlîng Folkvord, ji KNK'ê Refîq Gefûr, Seher Aydar û ji saziya Odeya Koçberan Hero Borhan axivîn.

Qisekeran li ser dîroka Kurdistanê, damezrandina PKK'ê û pêvajoya piştî wê, xwerêveberî û rewşa dawî ya li Kurdistanê, pêşkêşî kirin.

Beşdarên semînerê:

- Norges Fredsråd (Rêya Aştiyê ya Norwêcê)
- Norges Fredslag (Koma Aştiyê ya Norwêcê)
- Nansen Fredssenter (Navenda Aştiyê ya Nansen)
- Rødt (Patiya Sor)
- Rød Ungdom (Ciwanên Sor)
- Sosialistisk Ungdom (Ciwanên Sosyalîst)
- UngKurd (Ciwanên Kurd)
- MotMakt (Dijberên desthilatdariyê)
- Senterungdommen (Ciwanên Navendê)

...