BI DÎMEN

Li Oberhaûsenê hezaran kesî Serokwezîrê Tirk protesto kir

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim, li Oberhaûsenê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate protestokirin.

 

Bi hezaran kesên ku li ser bangewaziya Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke), Rêxistina Ciwanên Partiya Çep û Plaftorma Na ya Ewropayê di saet 11:00’an de li pêşiya stasyona navenda Oberhaûsenê kom bûn , li dijî Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ê ku wê îro li salona Arena ya Overhaûsenê civîn li dar bixe, xwepêşandanekî protestoyî lidar xistin.

 Di axaftinên li mîtîngê de hatîn kirin, hat diyarkirin ku Serokkomarê Tirk Receb Tayîp Erdogan û AKP dixwaze penaberan jî parçe bike. Di mîtîngê de êrîşên qirkirinên siyasî, politîkayên îxraç û tasfiyekirinê hate protestokirin.

Bi hezaran kes piştî axaftinan ber bi salona ku Yîldirm lê civînê pêk bîne ve meşiyan. Meşa ku bi mîtînga Partiya Kesk a Elman re bûyî yek, bê navber dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Li dijî faşîzmê mil bi mil' û 'NA' hatin gotin.