Li Erzîromê wesayitek 'endamên şerê taybet' hate şewitandin

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku 'li dijî polîtîkaya şerê taybet û destdirêjiyê' li Erzîromê agir berdane wesayitekê.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr got, "Li dijî hewldana destdirêjiyê ya li Şirnexê ku çawişekî pispor kir û li hemberî polîtîkaya şerê taybet, di 11'ê Nîsanê de li Erzîromê wesayiteke endamên şerê taybet hate şewitandin."

Hate ragihandin ku ev çalakiya ji aliyê jin ên ciwan ve hate kirin hişyarî bû û hate gotin, "Li Kurdistanê kî piştgiriyê bide polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jin ên ciwan û ciwanên Kurd, wê di hedefa me de bin."