Li DYE’yê êrîşa bi xwîn: 50 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di encama êrîşa li dijî klûba LGBT’î ya bi navê Plûse Clûp a li Florîdayê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn. Polîsan ragihandin ku êrîşkar hatine kuştin.

Di encama êrîşa li dijî klûba LGBT’î ya bi navê Plûse Clûp a li Florîdayê de 50 kesan jiyana xwe ji dest dan, 53 kes jî birîndar bûn. Polîsan ragihandin ku êrîşkar hatine kuştin. Buroya Lêpirsînê ya DYE’yê (EBI) bi gumana êrîşa “Terorê” lêpirsîn daye destpêkirin.

Li bajarê Orlandoya eyaleta Florîda ya Amerîkayê li dijî klûba LGBT’î êrîşa çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyan di êrîşê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûne. Hat zanîn ku êrişker li klûba Pulseyê hinek kes dîl girtine. Hat zanîn ku êrîşkarê Afganî yê 29 salî Omer Siddik Metin êrîş pêk aniya û di şerê li dijii polîsan de hate kuştin.