Li Bernê, ji Elmanyayê hat xwestin dev ji polîtîkayên xwe yên dij-Kurd berde
Kurdistaniyên li Bernê ya Swîsreyê dijîn polîtîkayên dij-Kurd ên Elmanyayê şermezar kirin.
Kurdistaniyên li Bernê ya Swîsreyê dijîn polîtîkayên dij-Kurd ên Elmanyayê şermezar kirin.
Kurdistanî li bajarê Bernê yê Swîsreyê li Meydana Gazînoplatzê di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de li hev civiyan. Di çalakiyê de konsepta Elmanya ya girtina siyasetmedarên Kurd hate şermezarkirin.
Li hemberî zext û zordariya dewleta Elman li siyasetmedarên Kurd dike, girseya gel pankart û dowîz hilgirt û dirûşme qîriya. Çalakgeran daxwaza berdana siyasetmedarên Kurd kirin.
Di axaftinan de bal hate kişandin ser hevkariya dewletên Elman û Tirk a dij-Kurd û ji dewleta Elman hate xwestin ku demildest dev ji vê helwesta xwe biqere.
Piştî axaftinan şandeyek li ser navê çalakvanan dosyayek ji daxwazên xwe, radestî Sefareta Mezin a Elmanya ya li Bernê kirin.