Li Aachenê çalakiya protestoyê

Li ser banga “Çalakiya Lezgîn” a Kongerya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Aachen ê Elmanyayê dijîn çalakiyek li dar xistin.

Li ser banga LCDK-E’yê Kurdistaniyên ku li bajarê Aachen ê Elmanyayê dijîn, li Mala Gel a Kurd a Aachenê kom bûn, çalakiyek lidar xistin.

Kurdistaniyên ku li gel wênyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan alên YPG/YPJ’ê û pankar û dovîzên qetlîama dewleta Tirk a li Rojava pêk anî nîşan dide hilgirtin, ji Mala Gel a Kurd heta navenda Sûka Aachen a Elîsenbrûnnenê meşek lidar xistin.

Kurdistaniyên ku li Elîsenbrûnnenê mîtîngek lidar xistin, ji bo kesên ku Rojava di qetlîama ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin. Piştre di axaftinên di mîtîngê de hatin kirin bertekên tûnd li dijî qetlîam dewleta Tirk a li Rojava li dar xistin nîşan dan.

Parlementera Dîe Lînke Andrej Hûnko jî beşdarî mîtînghê bû axivî. Honko anî ziman ku Elmanya piştgiriya polîtîkayên dagirkirinê yên dewleta Tirk dike û ev jî şaş e, dewleta Tirk li Rojava li hember sivîlan qetlîam pêk aniye. Hûnko da zanîn ku divê Elmanya nebe şirîkê vê yekê, divê Elmanya leşkerên xwe ji baregeha Încîrlikê bikişîne.

Honko desnîşan kir ku ji aliyê hikûmeta Elmanayê ve astengkirina Festîvala Çandê ya Kurd a ku wê di 3’yê Îlanê de li stadyûmê bi hatiba lidarxistin nayê qebûlkirin. Honko diyar kir polîsên Elman rewşa ewlekariyê weke hincet nîşan da û destûr neda ku li der ve jî were lidarxistin. Li der ve jî rewşa ewlekariyê hê zehmetire. Honko nêzîkatiya polîsên Elman şermezar kir.

Çalakî bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo", "Bijî YPG/YPJ" û "Terorîst Tirkiye-DAIŞ", "Katil Erdoğan" bi dawî bû.

...