Di nobetên Edaletê de banga xwedîderketina li DEM Partiyê kirin

Xizmên girtiyan ku Nobeta Edaletê dewam kirin gotin, "Heta ku tecrîda li Îmraliyê rabe em ê li ber xwe bidin." Malbatan bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin DEM Partiyê û sindoqan biparêzin.

NOBETA EDALETÊ

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk hatiye destpêkirin di roja 115’emîn de berdewam dike. 

Di nobeta ku li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rezanê tê domandin de malbatên girtiyan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Gelek welatiyan serdana nobetê kirin. 

Malbatên girtiyan diyar kirin ku heya tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û girtiyan ranebe ew ê çalakiya xwe bidomînin û bangawaziya mezinkirina têkoşînê kirin.

Afîfe Kartal di çarçoveya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de ser giringiya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê sekinî û wiha bang li hilbijêran kir: “Bila ciwan, jin û hemû gelê me tev li kampanyaya veguhestina hilbijêran a DEM Partiyê bibe. Xwedî li dengê xwe, vîna xwe û sindoqên xwe derkevin.” 

Çalakî bi strîna stranan û berzkirina diruşman bidawî bû

ÊLIH
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 56’emîn de berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, rêxistinên DEM Partiyê yên Êlihê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî serdana nobetê kirin.

Çalakgerên nobetê bal kişandin ser tecrîda giran a ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê domandin û ji bo rakirina tecrîdê, banga mezinkirina têkoşînê kirin. 

Nobet bi berzkirina diruşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê ser kevin” dawî bû. 

MÊRDÎN

Nobeta Edaletê ya li avahiyê rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin berdewam kir. Malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji navçeya Qoserê hatine îro nobet dewr girtin. Di nobetê de dayikan kilam gotin, dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û daxwazên xwe anîn ziman.  

Dayika Aştiyê Lamîa Ayaz di nobetê de axivî û wiha got: “Em ji bo girtî û Serokê xwe li vê derê ne. Ev 3 sal in em tu agahiyan jê nagirin. Em dixwazin deriyên Îmraliyê û hemû girtîgehan vebin. Em wek dayîk heya encam bigirin dê çalakiya xwe ya nobeta bidomînin. Em dixwazin pirsgirêka kurd çareser bibe û Serok Apo were berdan.”