Dewleta Tirk li Tişrînê bombe li gel barand, birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gelê li Bendava Tişrînê di nobedê de ye barand.
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gelê li Bendava Tişrînê di nobedê de ye barand.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk bi dema herêmî saet di 13:30'î de li Bendava Tişrînê bombe li gel barand ku di nobedê de bû. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de birîndar hene.
Balafirên şer ên dewleta Tirk di heman demê de bombe li xaçerêya Sirînê barand. Her wiha gundê Bîr Hiso yê li başûrê Kobanê jî hate topbarankirin.