AKP'ê endamê DAIŞ'ê Halîs Bayûncûk serbest berda

Desteka hikûmeta AKP'ê ya ji bo dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê dewam dike.

Desteka hikûmeta AKP'ê ya ji bo dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Çeteyê DAIŞ'ê Halîs Bayûncûk ê bi navê li xwe kiriye Ebû Hanzala, ku di operasyonên hevdemî de roja 24'ê Tîrmehê hat binçavkirin û girtin, serbest hat berdan.

Bayûncûk di meha Remezanê de bi propagandaya DAIŞ'ê nimêja cejnê dabû kirin û 'banga cîhadê' kiribû.

Bayûncûk ê endametiya xwe ya DAIŞ'ê venaşêre, tê zanîn ku gelek caran çûye Sûriyeyê û hatiye.