BI DÎMEN

Şahidê ku di qetlîamê de birîndarbûyî: Bombeya zindî gihîştîbû û bi rih bû

Şahid Mûrat Akdogan ê ji teqîna li Dîlokê bi saxî rizgar bû, berevajî gotinên rayedarên dewleta Tirk ên mîna ‘bombeya zindî zarok bû’, îfade kir ku bombeya zindî gihîştî bû.

Di 20’ê Tebaxa 2016’an de li Taxa Beybexçê ya Şahînbeya Dîlokê bi hevkariya çeteyên DAÎŞ’ê li dijî dawetek Kurdan êrîşeke bombeyî pêk hat û di encama teqînê de jî piranîya wan zarok heta niha 55 kesan jiyana xwe ji dest dane. Piştî êrîşa bombeyî ya 51 kes jî birîndar bûne, rayedarên dewleta Tirk û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gotin ku teqîn ji hêla zarokekî pêk hatiye.

Lê, gotinên Mûrat Akdogan ê di êrîşê de birîndarbûyî û Ahmet Gurbuz ê di teqînê de xwişka wî ya 15 salî Mîzgîn jiyana xwe ji dest da, rayedar û serokkomarê dewleta Tirk derewîn derdixe. Akdogan û Gurbuz ji ber dewleta Tirk bûyerê ronî nake nerazîbûn nîşan dan, destnîşan kirin ku bi zanebûn dixwazin ser bûyerên bigirin.

 ‘BOMBEYA ZINDÎ 30-35 SALÎ BÛ Û BI RIH BÛ’

Akdogan ragihand ku şeva ku qetlîam pêk hatî li şeva hinebendanê bû, kesên ku wê bizewiciyana xizmên wî ne, got dema çawa ji wî cihî veqetiyaye teqîn pêk hatiye. Akdogan diyar kir ku dema nû ji dawetê derket teqînek mezin pêk hatiye, ragihand ku dema li pişt xwe nerî bi dehan mirovên ku li erdê dirêjbûyî dîtine. Akdogan, piştî bûyerê wiha vegot; “Demildest hatim cihê bûyerê, çend dîmenên erjeng hebûn. Kesekî ku beriya teqînê jî me dît û biyanî bû, min dît ku firî navbera dîrekên elektrîkê, bi rih bû, laşê wî parçe parçe bibû, lê min rûyê wî dît, her kesên li dawetê nas bûn û kesê ku min dîtî teqez ne nas bû û kesê ku bombe teqandibû.”

 ‘BOMBEYA ZINDÎ BERIYA DAWETA ME LI DAWETEK DIN HATE DÎTIN’

Ahmet Gurbuz ku di teqînê de xwişka wî Mîzgîn Gurbuz jiyana xwe ji dest da, bav û birayê wî birîndar bûn jî got der heqê êvara teqînê de detay parve kirine û xwestiye rayedar pêdiviyan bi cih bînin. Gurbuz destnîşan kir ku bombeya zindî li daweta malbetek Wanî jî hatiye dîtin ku di heman saetê de û li 2 kolanan wirdetir dihate lidarxistin, wiha dewam kir: “Bombeya zindî gihayî bû, li daweta Waniyan tê dîtin, dema dîmenkişandinê derdikeve, piştre xwediyê dawetê bi awayekî bi fikar derhal dawetê bi dawî dikin.” Gurbuz xwest dîmenên wê dawetê bên temaşekirin û wiha axivî; “Lê bila dewlet temaşe neke, ji ber em bi polîs, dewletê ne bawer in. Em dixwazin komaleya me ya herêmê ya em girêdayî ne û kesên bêalî li dîmenan temaşe bikin.”

‘BI ZANEBÛN QETLÎAM NAYÊ RONÎKIRIN’

Gurbuz li dijî hikûmeta AKP’ê nerazîbûn nîşan da, anî ziman ku bi awayekî zanebûn qetlîam nayê ronîkirin. Gurbuz der bir ku rayedarên dewletê raya giştî dixapîne û rastiyan dinixumîne, destnîşan kir ku hewl tê dayîn ev qetlîam mîna qetlîamên Roboskî, Enqere, Amedê bê nixumandin. Gurbuz diyar kir ku wê heta dawî li pey vê qetlîamê bin, got ew ê nehêlin ku AKP ser vê qetlîamê bigire.