HEVPEYVÎN

Parêzer Jan Fermon: Abdullah Ocalan dîlgirtiyê şer e, Xaça Sor dikare destwerdanê bike

Pisporê ceza û hiqûqa navneteweyî Parêzer Jan Fermon, diyar kir ku tecrîda li îmraliyê ne hiqûqî ye û got, "Her çend Tirkiye înkar bike jî Abdullah Ocalan dîlgirtiyê şer e. Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor dikare destwerdanê li rewşa Ocalan bike."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 25 sal in  li Îmraliyê di bin şert û mercên ên tecrîda girankirî de tê rehîngirtin û her wiha ev 3 sal in bi tu awayî agahî nayê girtin. İncommunicado yanî tunebûna têkiliya mutleq heye û mafê Abdullah Ocalan ê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bi temamî hatiye xespkirin. Dewleta Tirk bi vê pergalê ne tenê hiqûqa xwe ya navxweyî di heman demê de bi awayekî eşkere peymanên navneteweyî jî binpê dike. CPT ji sepandin û parastinan hiqûqa navneteweyî berpirsiyar e û xwedî rayeya ketina Îmraliyê ye lê belê bi helwesta xwe ya li hemberî vê yekê tecrîda li Îmraliyê kûrtir dike.

Her wiha hêrsa kesên ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 10’ê Cotmehê de li seranseê cîhanê di çarçoveya; ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de pêngav dane destpêkirin, ya li hemberî vê tecrîdê jî her ku diçe zêde dibe. Têkildarî vê yekê di konferansa hiqûqî ya ku di 11’ê Nîsanê de bi beşdarbûna zêdetirî 100 parêzerên cîhanê yên ji herêmên cuda ya ku li Parlamementoya Ewropayê hate kirin, biryar hate girtin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîneke hevpar a hiqûqî û siyasî were meşandin. Yek ji beşdarên girîng ên vê konferansê jî Parêzer Jan Fermon bû ku Fermon ji parêzerên Baroya Brûkselê ye û pisporê hiqûqa cezayê, hiqûqa mirovî û hiqûqa navneteweyî ye. Em li gel Jan Fermon têkildarî  mijarên weke aliyên hiqûqî yên tecrîda li Îmraliyê û mezinkirina têkoşîna li hemberî vê tecrîdê axivîn.

'LI GORÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ EV TECRÎD NEQANÛNÎ YE’

Parêzer Jan Fermon got ku tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan di rastiyê de cezayekî giran e û biryara vê yekê ji aliyê tu dadgehan ve nehatiye girtin û wiha pêde çû: ‘’Ev rewş vê tecrîdê dike awayê cezakirinê û neqanûnî ye. Di hin rewşan de tecrîd weke qonaxeke lêpirsînê ji bo astengkirina hin kesên din yan jî ji bo ewlehiya kesê girtî dikare bê sepandin. Lê belê ev yek ji bo rewşa Abdullah Ocalan nederbasdar e. Li Îmraliyê ji cezayê dadgehê wêdetir cezayekî neqanûnî ku bi awayekî eşkere tê kirin, heye. Li gorî hiqûqa navneteweyî ev rewş bi temamî derqanûnî û îllegal e.’’

‘LÊGERÎNA RÊYÊN DIN ERKA ME HEMÛYAN E’

Parêzer Jan Fermon bal kişand ser helwesta CPT’ê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê û got: ‘’CPT di çarçoveya hin qanûnên navxweyî de dixebite. Ji ber vê yekê CPT qanûnên xwe disepîne. Lê belê ji bo ragihandina rewşa Abdullah Ocalan lêgerîna rê û rêbazan û derfetan erka me hemûyan e.’’

‘XAÇA SOR DIKARE DESTWERDANÊ BIKE’

Parêzer Jan Fermon, anî ziman ku divê li her hawîrodê balê bikişînin ser şert û mercên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan û wiha got, "Her wiha divê em li ser îhtîmala destwerdana Xaça Sor a Navneteweyî ya di rewşa Birêz Ocalan de lêkolîn bikin. Ev hemû divê werin lêkolînkirin. Rewşa Birêz Abdullah Ocalan gelekî taybet e. Ocalan bi xwe weke parçeyek ji şerê çekdarî yê navxweyî yê li Tirkiyeyê hate mehkûmkirin û divê ev yek bi rengekî asayî xwedî encamên statuya girtîbûnê be. Dîlgirtiyek şer, ne weke girtiyek din a ji rêzê ye."

'STATUYA DÎLGIRTIYÊ ŞER DIKARE BÊ DAYÎN’

Parêzer Jan Fermon got: "Ez difikirim ku teqez li ser îhîtîmala destwerdana Xaça Sor a Navneteweyî ya ji bo dozê bê lêkolînkirin" û wiha pê de çû: "Ez difikirim ku daxwaza Tevgera Kurd a ji bo statuya dîlgirtiyê şer a ji bo Birêz Ocalan dikare gelek bi bandor be. Ev yek wê nîqaşê ji paradigmaya terorê dûr bixe û vegere rastiya şerê çekdarî. Şerekî çekdarî heye û kesên ku di çarçoveya vê şerê çekdarî de ji aliyê rayedarên Tirk ve hatine mehkûmkirin hene. Dema ku ev girtî weke dîlgirtiyên şer bên qebûlkirin, wê rayedarên Tirk neçar bin ku li gorî vê statuyê tevbigerin."

'NATO NAXWAZE BERTEK NÎŞANÎ TIRKIYEYÊ BIDE'

Parêzer Jan Fermon behsa bêdengiya li pêşberî bêhiqûqiya li Îmraliyê jî kir û wiha domand, "Gelekî zelal e ku Tirkiye ji aliyê endamên bi bandor ên civaka navneteweyî ve tê destekkirin. Bi dîtina min, eger baregeha Încîrlîkê ji NATO'yê re were girtin, ev rewş dikare biguhere. Ji ber vê yekê, rastiyeke siyasî heye ku Tirkiye weke endamekî NATO'yê di pozîsyoneke girîng a jeostratejîk de dikare gelek tiştan bigire ber çavan; ji ber ku welatên NATO naxwazin li dijî Tirkiyeyê nereazîbûn nîşan bidin. Ez bêdengiya Rojava bi vî rengî şîrove dikim."

'AVAKIRINA ZEXTA NAVNETEWEYÎ GIRÎNG E'

Parêzer Jan Fermon got, "Erka ku dikeve ser milên me ew e ku em bêdengiya li dijî tecrîda li Îmraliyê bişkînin û bikaribin hin tiştan biguherînin. Mekanîzmayeke 'polîs' a ku hiqûqa navneteweyî diparêze û bi cih tîne tune ye. ‘Polîsê' hiqûqa navneteweyî em in. Gelê cîhanê dikare hikûmetên navneteweyî ji bo rêzgirtin û pêkanîna hiqûqa navneteweyî îqna bikin û bixin tevgerê. Ya rast ev e.  Ji ber vê yekê, gelekî girîng e ku di mijara dîlgirtina Birêz Ocalan de zext li rayedaran were kirin û tevgereke navneteweyî were avakirin."

'GELÊN CÎHANÊ GER BIXWAZIN DIKARIN VÊ REWŞÊ BIGUHERÎNIN'

Parêzer Jan Fermon, anî ziman ku ji bo rakirina bêhiqûqiya li ser Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî israrkirin girîng e û wiha axivî, “Israr û mayîndebûn gelekî girîng e. Bi ya min tenê çareseriyek heye; ew jî israrkirin e. Nelson Mandela ji ber ku gelên cîhanê bi israr bûn, azad ma. Vê hêza polîsan a navneteweyî (gel) ji bo Efrîkaya Başûr got, 'Divê hûn Mandela berdin'. Nelson Mandela piştî demekê hate berdan; ji ber ku di nuqteyekê de zextên ku gelên cîhanê li dijî rejîma Apartheîd ji bo serbestberdana Mandela kir, ewqasî mezin bû ku hikûmetên me yên rojava bi taybetî DYE’yê neçar man pes bikin, dawî li Apartheîda Efrîkaya Başûr bînin û serbestberdana Mandela pêk bînin. Ez di wê baweriyê de me ku rewşa Birêz Ocalan dişibe vê rewşê. Divê rojeva azadiya Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê her tim di rojevê de bê girtin ku zextê li endamên din ên civaka navneteweyî bike û bixe tevgerê.”

'MEKANÎZMAYÊN NAVNETEWEYÎ GELÊN CÎHANÊ DIXE NAVA TEVGERÊ’

Parêzer Jan Ferman, di dawiyê de ev tişt anî ziman, “Bi dîtina min, NY’yê ji bo hevkariya navbera welatan organîzasyoneke girîng a navneteweyî ye. Lê belê NY’ê ne hêzeke 'polîs' a navneteweyî ye. Dibe ku Konseya Ewlekariyê hin tedbîran ferz bike, wekî cezayan. Lê belê, weke ku em dizanin Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tenê dema ku li hemberî zextên gelên cîhanê bê çare dimîne neçar dimîne gavan bavêje. Ev rewş bi taybetî bi zexta ku li DYE'yê were kirin ve girêdayî ye. Em vê yekê niha li Xezeyê dibînin. Di demekê de ku zexta cîhanî ewqas mezin bû, Emerîka êdî newêrîbû vetoya xwe bikar bîne û Civata Ewlehiyê dest bi derxistina biryarekê kir tê de bi kêmanî li Xezeyê agirbest were îlankirin. Gaveke din dê bibe rewşeke ku gelên cîhanê ji ber rewşa Xezayê ji bo ferzkirina cezayan li ser Îsraîlê seferber bibin. Mekanîzma bi vî rengî dixebitin. Ev mekanîzme îro girêdayî rewşa Xezeyê wekî li Başûrê Efrîkayê dixebite. Ez bawerim wê mekanîzmayên navneteweyî di mijara rewşa gelê Kurd û Birêz Abdullah Ocalan de bi Tirkiyeyê re bi vî rengî bixebitin."