Operasyonên taybet ên li Şengalê êdî karê YTÊ ye

Yekîneyên Taybet ên Êzîdxanê (YTÊ), perwerdeya xwe ya pisporî qedandin û cihê xwe di nava erka parastin û ewlekariya Şengalê de girtin.

Yekîneyên Taybet ên Êzîdxanê (YTÊ), perwerdeya xwe ya pisporî qedandin û cihê xwe di nava erka parastin û ewlekariya Şengalê de girtin.

Dewreya bi navê Şehîd Tîrêj a Yekîneyên Taybet ên Êzîdxanê, îro bi merasîmekê bi dawî bû. Di encama perwerdeya ji 2 mehan a li ser waneyên bîrdozî, siyasî û pisporiya leşkerî de endamên YTÊ êdî ji bo operasyonên taybet ên li Şengalê amade ne.

Merasîmek leşkerî ya YTÊ bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Piştre Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî axivî û dewreya YTÊ li şervanan pîroz kir. Şengalî got: "Ji bo ku em bikaribin hîn zêdetir gelê xwe bi awayek herî baş biparêzin, pêwîstiya me bi perwerdeyek hîn pîsportir heye. Ji bo wê, wê dewreyên taybet ên bi vî rengî berdewam bikin."

Şengalî destnîşan kir ku hebûna her neteweyekê ji aliyê ciwanên fedayî yên mîna ciwanên îro perwerde qedandine, hatiye parastin û got, "Îro hêgund, jin, keç û gelê me destê DAIŞ'ê de ne. Ji bo bikaribin wan rizgar bikin û gelê xwe biparêzin, pêwîste şervanên YBŞ/YJŞ’ê bi rengekî pisporî werin perwerde kirin."

Di dawiyê de Şengalî ragihand, pêwîst bike ev Yekîneyên Taybet ên Êzîdxanê (YTÊ) wê xwe di ber axa Êzidxanê de feda bike û gel heya dawiyê biparêze.

Di dawiya merasîmê de şervanên Yekîneyên Taybet ên Êzîdxanê (YTÊ) sond xwarin û bawernameyên xwe girtin.

...