Nasnameya 2 şervanên QSD’ê hate eşkerekirin

QSD′ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên xwe ku di Pêngava 3’emîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi daxuyaniyekê nivîskî nasnameyên şervanên bi navên Zagros û Ebû Luey, eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha ev agahî da:

″Di pêngavên rizgarkirina Reqayê de ya ji çeteyên DAIŞ′ê, şervanan destanên lehengiyê li dar xistin, gelek gund rizgar kirin û herêmên xwe parastin.

Wek QSD′ê, em sersaxiyê ji malbatên şervanên xwe Zagros û Ebû Luey re dixwazin û selametiya xêrê ji birîndarên xwe re dixwazin.”

Nasnameyên şervanên QSD’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Zagros

Nav û Paşnav: Mihemed Faris

Navê Dayîkê: Sîma

Navê Bav: Xalid

Cihê Jidayîbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Ciwês /Mekmen -17.02.2017

***

Nasnav: Ebû Luey

Nav û Paşnav: Emîr Mensûr

Navê Dayîkê: Edle

Navê Bav: Îsmaîl

Cihê Jidayîkbûnê: Girê Spî

Cih û Dîroka Şehadetê: Gundê Ciwês /Mekmen -17.02.2017