‘Li Nisêbînê hinek sivîl hatin tehliyekirin; lê hê jî xeteriya qetlîaman didome’

Hevşaredarê Nisêbînê Kaya diyar kir ku li navçeyên di encama hewldanê de 42 sivîl hatine derxistin. Kaya destnişan kir ku hê jî gelek sivîl mane kû xeteriya qetlîamê li ser hene, hersyarîbûna xwe dewam bikin.

Sivîlên ku li taxên berxwedanê yên Nisêbîn a Mêrdînê diman, piştî bangawazî û hewldanên saziyên sivîl û siyasetmedaran ji taxan hatin tehliyekirin. Hate zanînku 42 sivîlên ku di nava wan de zarok û birîndar jî hene hatine tehliyekirin.

Li ser gotinên tehliyekirina sivîlan yên Qeymeqamtiya Nisêbînê, heyeta ku ji sivîlan pêk dihat û ji bo tehliyekirina sivîlan wê biçana Nisêbînê jî bernameya xwe betal kir.

 ‘HEMÛ SIVÎLIN’

Kaya û Atalan ên ku ketin nava hewldanan diyar kirin ku welatiyên sivîl yên ku di nav de jin,zarok û birîndar jî hene yên ku li Taxa Alîka asê mane 42 sivîl ji cihê lê mane hatin tehliyekirin.

Kaya destnişan kir ku medaya alîgir kesên ku hatine tehliyekirin bi nêzîkatiya ‘Terorîst’ nêzîk dibin û weke “Terorîst teslîm dibin” didin xuyakirin bertek jî nişan da. Kaya anî ziman ku yên ku hatine tahliyekirin tevahî sivîlin û ti têkiliya wan bi hêzên çekdar re nînin.

Kaya bal kişand ku hê ji li bajêr bi hezaran sivîl hene li benda tehliye kirinê ye. Daxwaza berdewamkirina hestyarbûnê kirin.