BI DÎMEN

Li Minbicê derba giran li çeteyên DAIŞ'ê hat xistin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di operasyona duh a li rojavayê bajêr de depoteyeke sabotajê û teqemeniyên çeteyên DAIŞ'ê bi dest xistin.

Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye destpêkirin, di roja 59. de bi rengekî serketî dewam dike. 

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, avahiyek ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve weke navenda sabotajê dihat bikaranîn bi dest xistin.

Li vê avahiyê, gelek mayîn, malzemeyên ji bo çêkirina mayînan tên bikaranîn, topên hawanê, TNT, topên cehenemê, teqemeniyên li Tirkiyeyê hatine çêkirin, madeyên di çêkirina çekên kîmyewî de tên bikaranîn, lepik û maskeyên ji bo xweparastina ji êrîşên kîmyewî hatin bidestxistin.

Di nava van teqemeniyan de TNT ên ji TC û gelek dewletên din jî hene.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li navenda bajêr mal bi mal, kolan bi kolan bi pêş ve diçin.

...