Li Îdirê 3 hevşaredarên DBP'yî hatin girtin

Hevşaredara Îdîrê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozan Mehmet Gultekîn û Hevşaredarê Bajarokê Xoşxeberê Alî Çam jî di nav de 6 kesên tevlî çalakiya roja Înê ya mertalên zindî ya li zozanên Korhan bûn, hatin girtin.

Hevşaredara Îdîrê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozan Mehmet Gultekîn û Hevşaredarê Bajarokê Xoşxeberê Alî Çam jî di nav de 6 kesên tevlî çalakiya roja Înê ya mertalên zindî ya li zozanên Korhan bûn, hatin girtin.

Hevşaredar, endamên Meclîsa Şaredariyê û endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên DBP'yî, roja Înê tevlî çalakiya mertalên zindî ya li zozanên Korhanê bûbûn. Hêzên dewleta Tirk êrîşî çalakiyê kiribûn û DBP'yî kiribûn binçavan.

Hevşaredara Îdîrê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozan Mehmet Gultekîn û Hevşaredarê Bajarokê Xoşxeberê Alî Çam, seroka berê ya rêxistina DBP'ê ya bajarê Îdirê Zubeyde Kaynar, endama Meclîsa Şaredariyê Saniye Çark duh derketin pêşberî dadgehê û hatin girtin.

'SÛCÊ TEKANE YÊ HEVALÊN ME; LI DIJÎ MIRINAN BÛYÎNA MERTALÊN ZINDÎ YE'

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman piştî biryara girtinê daxuyaniyek da û got, "Ev girtin bi temamî siyasî ne. Tekane sûcê hevalên me ew e ku li pêşiya mirina polîs, leşker û gerîlayan bûne mertalên zindî. Ev yek derbek li aştiyê ketiye. Li gorî me dadgerî di bin wesiyeta desthilatdariya siyasî de ye. Biryara hatiye dayîn siyasî ye. Hevalên me di wijdanê gel de bêguneh in."