Li Babê êrîşa xwekujî: 45 kes mirin
Li bendeke kontrolê ya li gundê Sûsyan ê li bakurrojhilatê Babê, di encama teqînekê de herî kêm 45 kes mirin.
Li bendeke kontrolê ya li gundê Sûsyan ê li bakurrojhilatê Babê, di encama teqînekê de herî kêm 45 kes mirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê gihîştin ber dest, danê sibehê li gundê Sûsyanê li bendeke kontrolê ya çeteyên 'artêşa azad' ên dewleta Tirk teqîneke mezin rû da. Hat ragihandin, teqîn ji ber êrîşeke xwekujiyê rû daye û li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 45 kes mirin e.
Zêdeyî 40 kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li Tirkiyeyê.