Leşkerên Tirk li Şemzînanê derba giran xwarin: 33 leşker mirin

Gerîlayên HPG/YJA Starê derbeke giran li leşkerên Tirk ên li Şemzînanê derketin operasyonê xistin. Di çalakiyan de 33 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku artêşa Tirk 26'ê Tebaxê saet di 22:30 de, li herêma girên Mêrge û Ronahî derket operasyonê. HPG'ê ragihand, roja 27'ê Tebaxê saet di 12:00 de, li hemberî leşkerên berê xwe dan girê Ronahî ji 2 baskan ve çalakî hat lidarxistin. Di daxuyaniya HPG'ê ev agahî li ser çalakiyê hat dayîn:

"Ji leşkerên ku bi çekên ferdî derbên giran li wan hat xistin, li baskê yekemîn 12 leşker, li baskê duyemîn jî 7 leşker hatin kuştin. Ji ser leşkerên hatin kuştin 3 çekên HK-33 hatin rakirin.

Saet di 14:30 de, bi helîkopterên bi tîpa Skorsky bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra 4 caran xwe danîn û mirî û birîndarên xwe rakir. Leşkerên artêşa TC careke din hewl dan bikevin nava liv û tevgerê. Li ser vê yekê, gerîlayên me li hemberî van leşkeran 3 çalakiyên sabotajê pêk anîn. Di çalakiyên sabotajê de 11 leşker hatin ukştin. Artêşa TC roja 27'ê Tebaxê saet di 20:30-23:30 de obus û hawan avêt herêmê. Di heman demê de, şev saet di 00:00 de hêzên me xwe berdan nava leşkerên li dora girê Ronahî bi cih bûbûn û li vir jî çeperek leşkeran hat rûxandin, 3 leşker jî hatin kuştin.

Di encama van hemû çalakiyan bi giştî 33 leşker hatin kuştin û yekîneyên ewlekariya dewleta Tirk ên li herêmê derketin operasyonê şoq bûn. Liv û tevgera li vê herêmê dewam dike."

GERÎLAYÊN YJA STARÊ 2 KON ÎMHA KIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, roja 27'ê Tebaxê saet di 06:00 de, hêzên YJA Starê  bi çekên giran (topên hawanê) li konên artêşa TC ên li dora girê Şehîdan ê li navçeya Qilaban a Şirnexê xistin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li vê derê 2 kon hatin îmhakirin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt derdorê."

ÇALAKIYÊN SÛÎQESTÊ YÊN LI DERSÎMÊ

Di dewama daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Roja 26'ê Tebaxê saet di 10:40 de gerîlayên me li dijî Tabûra Leşkerî ya Geyîksûyû ya li navenda Dersîmê çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di van çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyan Tabûra Geyîksûyû bi çeka A-4 û tankan gule û bombe li derdorê reşand. Ev çalakî ji bo bîranîna Roza Efrîn û gerîlayên me yên di dema dawî de şehîd bûne, hatiye lidarxistin."