Komalên Ciwan li dijî talan û qirkirinê banga berxwedanê kir

Koordînasyona Komalên Ciwan got, "Bloka faşîst qirker a AKP-MHP'ê niha jî dixwaze di dilê Amedê de 'kampên qirkirinê' ava bike. Em bang li hemû ciwanan dikin; bi her rê û rêbazên bexwedanê em li ber talan û kampên qirkirinê rabin."

Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, li dijî êrîşên qirkirinê yên rejîma faşîst a Tirkiyeyê, beriya niha bi salekê di serî de li Sûrê li gelek cihên Kurdistanê berxwedaneke destanî hat nîşandan.

Koordînasyonê destnîşan kir, di nava vê berxwedanê de berxwedana Sûrê bû keleha berxwdanê û hîsara berxwedanê ya dijî faşîzmê û hat gotin, "Ji ber ku xerca li nava her kevirekî li Sûrên Amedê, bi xwîna ciwanên şoreşger ên berxwedêr hatiye strandin. Li ser her kevirekî van sûran, deqa pîrozmendiyê heye. Mîna xerca li nava kevirên sûrê, berxwedana wan, ciwanên fedayiyê gel jî veguherandiye kelehekê. Ji ber vê yekê, ew artêşa nepixandî ya hêzên mêtînger dagirker, li pêşberî komek ji fedayiyên gel rezîl ruswa bûye. Ev berxwedan bi ti awayî berxwedaneke ji rêzê nîne û divê bi xerabûna sûran neyê xapandin. Berxwedan her tim li her cihî ye. Beriya her tiştî ruhê yên xwedî baweriyê ne, serînetewandin û redkirina teslîmiyetê ye. Berxwedana Sûrê nûbûna berxwedana zîndana Amedê ye. Ruhê wê berxwedana mezin, ruhê Kemalan, Hayriyan, Mazlûman, Alî Çîçekan di nava Çiyageran, Hogir Amedan, Sitî Jiyanan, Harûnan de ji nû ve zindî bûye. Ji ber vê yekê, dîroka PKK'ê bê dîtin. Mêtîngerî çiqasî îdîa kiribe ku qedandiye jî, tovên berxwedana Apoyî her tim di binê erdê de jî be şîn bûye, şîn dibe û wê her tim şîn bibe. Ji ber vê yekê em ê qîma xwe bi gotina 'wan li ber xwe dan' nînin. Em bêjin, wan li ber xwe dan, em ê jî li ber xwe bidin."

'EM Ê LÊ TEMAŞE NEKIN, EM Ê AMEDÊ LI DIJMIN BIKIN ZÎNDAN'

Di dewama daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan de hat gotin, "Banga me li ciwanên Amedê yên berxwedêr û welatparêz e; Her kolan, her bihostek axa Amedê şahidê dîroka berxwedanê ya beriya te ye. Tu lê venegere jî, tu nebîne jî, haya te jê nebe jî, her kevir, her bihosta axa ew berxwedan dîtiye, bi berpirsyariya te ya wijdanî dizane û fermanê dide te. Di nava wan sûrên qedîm de yek ji mezintirîn berxwedana rûmetê ya Kurdan hat kirin. Her fedayî û fermandarên wê berxwedanê, ciwanên leheng ên Amedê bûn. Îro jî dixwazin şopên vê berxwedanê ji dîrokê bibin. Em ê li vê temaşe nekin. Divê em bi wijdanê xwe, bi exlaqê xwe li vê bipirsin. Bêguman hin wezîfeyên me yên exlaqî hene ku divê em bi cih bînin. Berxwedan, ev ax bi xwe ye. Li zanîngehan, li lîseyan, li taxan bi deh hezaran ciwanên Amedê yên welatparêz hene. Eger em li dengê wijdanê xwe guhdarî bikin û di asta herî nizm de xwedî li erkên xwe yên welatparêziyê derkevin, em ê karibin Amedê li dijmin bikin zîndan. Divê em li dijmin bikin zîndan. Wê çaxê em li benda çi ne? Tiştekî ciwanê Kurd ê ji dest biçe, ji xwe nema ye. Dagirkeriya Tirk a faşîst, ji xwe her tiştên me ji me girtiye. Divê em vê rûmeta xwe bi canê xwe nedin.

'EM ALA BERXWEDANÊ YA ÇIYAGERAN HER LI BA BIDIN'

Ciwanên Amedê yên leheng û welatparêz ên bi rûmet; Amed di şerê me yê namûs û şerefê de her tim bûye keleha me û wê her tim jî bi vî rengî be. Divê hûn jî bibin neferekî vî şerî û cihê xwe di nav de bigirin. Ji nû ve îmarkirina Sûrê û talankirina bexçeyên Hewselê, encama nêzîkatiya qirker a li dijî cihên pîroz ên me Kurdan e. Bloka faşîst, har û qirker a AKP-MHP'ê, niha jî bi projeya TOKÎ dixwaze di dilê Amedê de 'kampên qirkirinê' ava bike. Bi bîlboardên li her cihên Amedê daliqandine, 'projeya bismillah' radigihînin. Ev proje, projeyeke kampa qirkirinê ye. Piştî êrîşa li dijî mîrateya berxwedanê, ev yek êrîşa tinekirina hişê berxwedanê yê Kurd e. Lewma divê hemû ciwanên Amedê û ciwanên jin ku hêza pêşeng a berxwedanê ne rabin ser piyan û li ber xwe bidin. Di demekê de ku li ber serê me kampên qirkirinê tên avakirin, gelo em ê bêdengbimînin? Gelo em ê mîna serî li ber kirê, bêdeng bimînin? Na, em ê bêjin 'Em ciwan in, em ji bo rûmeta gelê xwe dijîn û ji bo rûmeta gelê xwe şer dikin'. Ji ber vê yekê em bang li hemû ciwanan dikin; li dijî kampên qirkirinê û talanê, em bi hemû amûrên berxwedanê li ber xwe bidin. Em ji hemû ciwanan re dibêjin; werin em ala berxwedanê ya Çiyageran li ba bidin."