NÛ BÛ

HPG: Li Şengalê di êrîşeke namerdî de 2 gerîlayên me şehîd bûn

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 2 gerîlayên li Şengalê di encama êrîşa çeteyên PDK'ê de şehîd bûn, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "2 gerîlayên me di encama êrîşeke namerdî de şehîd bûn."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

Li herêmên Xanesor û Sinûnê yên Şengalê, ji ber êrîşa çeteyên ENKS'ê yên xwe weke 'pêşmergeyên rojava' bi nav dikin a li dijî yekîneyên YBŞ'ê, roja 3'ê Adarê şer derket.

Hêzên me yên gerîla, ku li dijî gefên qirkirinê civaka me ya Êzidî li Şengalê diparêzin, li dijî van çeteyên ku ji bo provokasyonê û dijberiya berjewendiyên gelê herêmê ketin nava tevgerê, yekîneyek wezîfedar kir û şand cihê bûyerê. Ji bo bûyereke neqewime, gerîlayên me bi erka navbeynkariyê rabûn. Çeteyên ji maşînên zirxî gule li gerîlayên me reşandin, 2 gerîlayên me şehîd xistin. Di encama vê êrîşê de komek ji şervanên YBŞ'ê jî şehîd bûn. Ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye plankirin.

Hêzên me yên gerîla, di rojên komkujiya dijî civaka Êzidî de bi erka xwe ya neteweyî rabûn û wezîfeya xwe bi cih anîn. Ev êrîşa li dijî hêzên me yên gerîla, eşkere ye ji aliyê dijminên gelê Kurdistanê ve hatiye plankirin. Em diyar dikin, li dijî van hemû êrîşan em ê gelê xwe û herêmê biparêzin. Em ji malbatên hêja yên hevalên me Çekdar û Orhan ên şehîd bûne, sersaxiyê dixwazin.

Hevalê me Çekdar (Newroz Guvercîn ê ji Qersê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû û hevalê me Orhan (Îbrahîm Huso) ê ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên têkoîna azadiyê bû, bi hesreta mezin a azadiya gelê Kurdistanê cihê xwe di nava refên gerîla de girtin. Hevalên Çekdar û Orhan, ku ji bo pêşwazîkirina pêvajoyên dijwar ên têkoşînê xwe perwerde kirin, bi milîtaniyeke rast, bi haya ji wezîfeyên serdemê heyî, di berxwedana Şengalê de li dijî DAIŞ'ê li refên herî pêş cih girtin û bi sekneke fedayî têkoşiyan.

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne, bi vî rengî ye:

Nasnav: Çekdar Sînan
Nav paşnav: Newroz Guvercîn
Cihê jidayikbûnê: Qers
Dayik-Bav: Turkan-Yaşar
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Adara 2017 / Şengal

Nasnav: Orhan Baran
Nav paşnav: Îbrahîm Huso
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Adile-Îsa
Dem û cihê şehadetê: 3'ê Adara 2017 / Şengal

Em radigihînin, ku li dijî hêzên dixwazin yekîtiya neteweyî xera bikin bi îdîa û biryardariyeke ji her demê mezintir têbikoşin. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin."