Helîn Oncu ya ji înfazê rizgar bû hat binçavkirin

Helîn Oncu ya di êrîşên dewleta Tirk a li ser Cizîrê birîndar bû û piştî biryara tedbîrê ya DMME li Mêrdînê hat tedawîkirin, hat binçavkirin.

Helîn Oncu ya di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser navçeya Cizîrê ya Şirnexê birîndar bû û piştî biryara tedbîrê ya DMME li Mêrdînê nêzî 3 hefteyan hat dermankirin, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê derket.

Beriya ji nexweşxaneyê derkeve tenê destûra hevdîtinê ji bo xizmên wê yên herî nêz dihat dayîn û her di bin çavdêriya polîsan de dihat girtin, çawa ji nexweşxaneyê derket hat binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.