Fermandariya Giştî ya YPG'ê encamên Pêngavê aşkera kir

YPG'ê da xuyakirin ku qonaxa destpêkê ya Pêngava Fermandar Rûbar di 21'ê Gulanê de bi awayekî serketî bi encam bûye û bîlançoya 15 rojan aşkera kir.

YPG'ê da xuyakirin ku qonaxa destpêkê ya Pêngava Fermandar Rûbar di 21'ê Gulanê de bi awayekî serketî bi encam bûye û bîlançoya 15 rojan aşkera kir. Li gorî vê yekê, di vê demê de 532 çete hatine kuştin, 146 ji cenazeyên wan ketine destê YPG'ê û 2 çete bi saxî hatine zevtkirin.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê, encamên heta roja îro yên Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo, li gundê Xêbişê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kir.

Di civîna ku gelek rojnamevanên xwecihî û biyanî lê amade bûn de, Berdevkê YPG'ê Rêdûr Xelîl û li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Hevro Kîno Gabrîal daxuyanî dan.

QONAXA YEKEMÎN DI 21'Ê GULANÊ DE BI DAWÎ BÛ

Berdevkê YPG'ê Xelîl, der barê bîlançoya qonaxa yekemîn a pêngavê de ev agahî parve kir:

"Qonaxa yekemîn a pêngava me ya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîre hatibû destpêkirin bi awayekî serketî bi dawî bû.

Pêngava me ya ku azadkirina Çiyayê Kezwanê ya ku wekî baregêha navend a çeteyên DAIŞ’ê bû, herêma stratejîk a Alya û gundên ku bi armanca qirkirina gelên me yên Asurî hatibû dagirkirin hedef digirt bi serketineke mezin bi dawî bû ye. Qonaxa yekemîn a pêngava me ku 6’ê Gulanê destpêkiribû, tevî hemû xebatên astengkirina çeteyên DAIŞ’ê 21’ê Gulanê bi encam bû ye.

Ev qad, ji bo hemû êrîşên çeteyan ên ku di serî de Şengal, Cezaa, Til Hemis, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê dihatin rêxistin kirin wekî qadekî navend bû. Ev qad di heman demê de qada perwerdekirina çeteyên ku van êrîşan lidarxistin bû. Dîsa çeteyên ku di şerên kantonên Cizîr û Kobanê de birîndar dibûn li vê herême dihatin dermankirin. Ji ber vê girîngiya vê qadê, çeteyan ji bo ji dest xwe de bigrin gelek hewldan pêşxistin. Çeteyan bi vê armanca li herêmê derdora 6.000 mayin çandin û gelek hêz û çekên giran ji cuda cuda herêmên Surî û Iraq anîn vir.

Hêzên me tevî vê jî bi pêngavên taktîkî yên xurt re xetên parastina çeteyan şikandin, komên çeteyên ên hejmara mezin dorpeçkirin û bi saya werêkiya şervanên me yên leheng derbên giran li çeteyan xistin. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî, rexistinên dost û hêzên Asayîşê bi awayekî aktîf tevlî pêngavê bûn û koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê jî tevlîbûnek girîng nîşan da. Bi vî awayî hêzên me derbên herî giran li çeteyan xistin.

Bi vê pêngava me re çeteyên DAIŞ’ê bi temamî ji Kantona Cizîrê hatine qewirandin û xewna wan a serdestbûna li herêmê hat tinekirin. Li vê qadê ji bo çeteyan gelek stratejîk e hêzên me 3 kampên çeteyan ên ku ji kampên çeteyan ên herî mezin ên li Surî bûn bi dest xistin. Di direjahiya pêngava me de bi qasî hatiye zelalkirin 532 endamê çeteyan hatine kuştin, tevî termê 146 çeteyan gelek çek û cebilxane hatine bi dest xistin.

Bê guman ev serketin bi saya lehengiya şehîdên me hat bi dest xistin. Bi vê munasebete em di serî de Şehîd Rûbar, Brûsk Amed, Ciger Qamişlo, Zîlan Întîkam, Hêvî Gever Marînos, şervanê enternasyonalîst Aryel Kobanê û 46 şehîdên xwe yên ku pêngava me gihandin serketinê bi rêz silav dikin. Em pir baş dizanin ku xwedî derketina li bîranîna van şehîdan bi şopandina rêya wan a bi şeref dibe. Em şehîdên xwe encex ew erka parastina gelê me ku pe rabûne bianîna cih ve dikarin bidin jiyîn. Em vê serketina mezin, dikin diyarî ji hemû şehîdên xwe yên bi armanca damezrandina pêşeroja hevpar a gelên me xwe feda kirine.

Em wekî YPG, wekî me heta îro meşandiye ji vir şûn ve jî axa Cizîrê û gelên me yên Ereb, Asûrî, Kurd û hemû pêkhateyên herême biparezin. Li hember her cûre êrîşê ku şoreş û pêkhateyên Rojava bike hedef erka xwe ya parastine bêkemanî bînin cih.

Em vê serketina dîrokî di serî de li gelên me yên Kantona Cizîrê û li hemû gelên Sûriyeyê pîroz dikin. Em bawer dikin û dizanin ku ev serketin projeya jiyana hevbeş û wekhev a pêkhateyên herême hîn xurttir bike. Em bang li hemû gelê xwe dikin da ku xwedî li vê serketine derkevin û li hember hemû xeteriyên ên li hember şoreşê bi erka parastinê rabin. Em bang dikin ku hemû ciwanên me jî vê tekoşîna bi şeref a ku li refên YPG tên meşandin xurt bikin, tevlî bibin.

Bîlançoya qonaxa yekemîn a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo wiha ye:

Hêzên me di nava van 15 rojan de qadê ku 1.100 kîlometrekare de 221 gund û hejmarek zêde ya gundikan azad kirin.

Di pevçûnên van 15 rojan de bş qasî hatiye zelalkirin 532 endamê çeteyan hatine kuştin. Termê 146 çete ketine destê hêzên me. Dîsa 2 çete jî bi saxî hatiye girtin.

Çek û amûrên di pêngavê de hatine rûxandin û çek û cebilxaneyên ku hêzên me bi dest xistin jî wiha ne.

177 kleş, 31 BKC, 31 roketavêja B7, 10 G3, 23 Bruno, 1 M16, 1 çeka sekvanî ya Karnas, 1 mitfê reşaş, 2 doçkayên 23 mm, 2 doçkayên 12,5 mm, 1 doçkaya 14,5 mm, 7 çîfte, 7 debence, 1 hewana 160 mm, 2 hewanên 130 mm ên bi dest hatine çekirin, 2 çekên fûze ya konkors û 3 fuzeyên vê çekê. 25.000 fîşekên kleşê, 20.000 fîşekên BKC, 140 guleyên roketavêja B7, 300 fîşekên M16, 500 fîşekên G3, 21 qutî fîşekên doçka 14,5 mm, 18 qutî fîşekên doçka 12,5 mm, 28 guleyên mitfê reşaş, 201 guleyên hewana 100 mm, 144 guleyên hewana 60 mm, 102 guleyên hewana 120 mm, 84 guleyên hewana 82 mm, 47 guleyên tankê, 6 guleyê katuşa, 12 mayinên dij tankan, 77 mayinên dij şexsan, 170 mayinên bi dest hatiye çekirin, 8 rextên intîxarî, 2 lûleyên BKC, 278 şarjorên kleşê, 60 şerjorên G3, 5 lingên doçka, 33 bêtel, 18 dûrbîna roj, 7 dûrbîna termal, 1 dûrbîna tang, 1 dûrbîna hewan, 85 raxt, 1 panzer, 8 maşîneya leşkerî, 4 kemyon, 7 treks, 1 loder, 3 motor, 1 maşîneya biçûk, 1 bus û hejmarek zêde belgeyên rêxistinî hatine bi dest xistin.

Di nava 15 rojan de 53 maşîneyên leşkerî yên çeteyan jî hatine rûxandin. Ji van maşîneya 3 ya doçka 12,5 mm, 4 ya doçka 14,5 mm û 3 jî ya doçka 23,5 mm ye. Dîsa 14 maşîneya teqemenî barkirî, 1 tang, 2 panzer, 1 TIR, 1 kemyon, 1 treks û hejmarek zêde çek û cebilxaneya van çekan hatine rûxandin."