Êzidî: Divê neyê ji bîr kirin, piştî pêşmerge derket, HPG hat Şengalê

Şengaliyên li kampa Newrozê bibîr xistin, ku piştî pêşmergeyên PDK'ê ji Şengalê reviyan, gerîlayên HPG/YJA Starê hatin Şengalê û nerazîbûn nîşanî hewldanên PDK'ê dan.

Têkildarî hewldanên PDK'ê yên li dijî tevgera azadiyê ya Kurdistanê, ku çend ji Êzidiyên li dora xwe li Şefredînê civand, Şengaliyên li kampa Newrozê ya li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Welatiyên Êzidî yên li wargehê, li ber Navenda Meclîsa Şengalê li hev civiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin, pankartên bi nivîsa "Na ji vekişandina PKK'ê, serokê êlan me temsîl nakin" hildan.

Daxuyanî ji aliyê endamê herêma Şengalê li Kampa Newroz Fedhan Xelîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Di nêrîna me de wekî welatiyên Kampa Newrozê, biryarên ku di civîna li pîrozgeha Şerfedîn hatin standin, li dijî civaka Êzidî ne û tenê xizmetê ji AKP'ê û PDK'ê re dikin.

Kesên ku di civîna Şerfedîn de beşdar bûbûn, li şûna ku şerê DAIŞ'ê re, bi wan re dibin destek. Em dizanin ku hêzên PDK'ê, dema DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin xwe ji Şengalê vekişandin û HPG li şûna wan derbas bû û parastina welatiyan kir.

Em dizanin ku ew kes kî ne, dema DAIŞ êrîş kir digotin Şengal bernedin wê Pêşmerge we biparêze. Me armancên wan dît, planên wan nas kir, ku Şengal radestî DAIŞ'ê kir.

Mebesta civîna ku li Şerfedîn hatinbû lidarxisitn têkbirina ruhê berxwedanê di nava gelê Şengalê têk bibe.

Em ji wan kesan re dibêjin, ya hûn dikin xizmeta gelê Şengalê nake. Derketina HPG'ê, wê li dijî berjewendiyên gel me bin. Em dibêjin ku Hêzên Parastina Gel derbasî Şengalê bû piştî ku Pêşmerge xwe vekişand. Em qebûl nakin ku HPG‘ê ji Şengal were derxistin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, bi dawî bû.