Êrîşa DAIŞ’ê ya Taxa Îskenderiyeyê ya Tabqayê hate şikandin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser Taxa Îskenderiye hat şikandin û erebeyeke bombebarkirî hat îmhakirin.

Çeteyên DAIŞ′ê xwestin ku bi çekên giran û bi maşîneyeke bombebakirî êrîşî Taxa Îskenderiyeyê ya rojhilatê bajarê Tebqayê bikin a ku ji aliyê şervanên QSD′ê ve hatiye rizgarkirin. Êrîş ji aliyê şervanan ve hatin şikandin û maşîneya bombebarkirî saet di 18.40′an de, di encama bombebarana balefira koalîsyona navneteweyî de hat îmhakirin.


Di şer de yê ku li nêzî taxê rû da, şervanan erebeyek îmha kirin a ku doçkaya 14.5 mm li ser wê hebû. Li rojhilatê bajarê Tebqayê şer didome.