‘Em seferberiya berxwedanê radigihînin’

Pêkhateyên Siyaseta Kurd ku bi pêşengtiya KCD, KJA, DBP Û HDP’ê li Amedê civiyan gotin, ‘ li dijî êrîşkariya qirker a dawî em seferberiya berxwedana giştî radigînin. Roj ev roj e, an em ê bi ser bikevin an jî em ê sed saleke dî jî winda bikin.’’

Pêkhateyên siyaseta Kurd duh li Amedê civiyan. Bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Jinên Azad (KJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nêzî hezar siyasetmedarên Kurd geşedanên Kurddistanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyê nîqaş kirin. Civîn li Tesîsên Sporê ya Kayapinarê pêk hat. Di civînê de biryarên girîng hatin dayin.

Encamnameya civîna ku bi şîara, ‘’Em bi giyanê seferberiyê xwe bixistin bikin, bi berxwedanê bi ser bikevim’ pêk hatî, hate hişkekirin. Di encamnameyê de wiha hate gotin:

‘’Di civîna xwe de ku bi şîara ‘’Em bi giyanê seferberiyê xwe birêxistin bikin û bi berxwedanê bi ser bikevin’ di serî de DBP, HDP, DTK û KJA, em hemû hevserokên şaredariyan, hem nûnerên saziyên Kurdistanî û rêveberên wan,  ji wê rastiya ku divê em ji gel re pêşengtiyê bikin, di dema berxwedana xwerêveberiyê de ji ber sedema ku me berpirsyariya xwe li hemberî berxwedêran têra xwe nîşan nedaye, di şexsê wan kesan de ku di vê têkoşîna dastanî de jiyana xwe ji dest da ne, ji hemû gelê Kurdistanê lêborîna xwe dixwazin, me soz da ku em li mîrasa berxwedana mezin û vîna ku mînaka wê nîn e, xwedî derbikevin. Di wê pêvajoyê de kêmasî ne li qadên berxwedanê lê li derveyî wan qadan hate jiyîn. Em weke pêkhateyên civînê ji ber kêmasiyên heyî xwe berpirs dibînin û em wê sozê didin, wan berxwedêrên rûmetdar ku plana qirkirinê salekê taloqkirin û pûç kirin.’’

Rojhilata Navîn piştî sedsalekê dîsa bi parvekirin û dîzayneke nû re hevrû bûye, kaoseke mezin a serobinbûnê tê jiyîn. Ti hêz û gel nikare li derveyî vê têkoşînê bimîne ku weke Şerê Cîhanê yê 3. tê navandin. Li dilê Rojhilata Navîn welatê me Kurdistan heye. Beralîakirina talokeyên komkujiyê yê ku şer bi xwe re tîne, bi nirxandina fersendên heyî, diyarkirina azadiya me û statûya me bi qasî ku ti deman nebûye di destê me de ye.’’

TEKANE RÊYA SERKEFTINÊ BI RIHÊ YEKÎTIYÊ BERXWEDANA RÊXISTINBÛYÎ YE

Dîrokê nîşanî me daye ku, tekane riya serkeftinê bi ruhê yekîtiyê berxwedana rêxistinkirî ye. Di vê pêvajoya ku em li ber serkeftin û azadiya mezin an jî tunebûnê de ne çavkaniya herî mezin a moralê yên ku bi gotina 'Çi dibe bila be dê encam bêhempa be' bawerî, biryarî, daxwaz û mîrateya ji bo me hiştine. Têkoşîna me ya 40 salan bi bedelên mezin destkeftiyên mezin afirandiye û hêviya serkeftinê ya dagirkeran tune kiriye. Dagirkerên ku li hemberî gelê me yê rêxistinbûyî û têkoşîna me ketine krîzê bi hêviyekî dawî di bin navê 'Pîlana Têkbirinê' de ketine nava hewladan qirkirinê. Asta şoreşê ya li Rojava û serkeftina ku di 7'ê Hezîrana 2015'an de li Bakur derket holê, piştî vî Rejîma AKP'ê ya Erdogan ê ku nekarin daxwaza xwe bi cih bînin li dijî kurdan êrîşa herî mezin a dîrokê da destpêkirin.

SEFERBERIYA GIŞTÎ YA BERXWEDANÊ

Em wekî siyasetmedarên Kurd li dijî êrîşa komkujiyê seferberiya tevahî ya berxwedanê îlan dikin

Me wekî hevparên civînê li dijî van geşedanên pêş dikevin ev biryar stendin;

- Rojhilata navîn ji nûve tê parvekirin. Hemû perçeyên Kurdistanê ji aliyê hêzan ve bi êrîşên îmhayê ve rû bi rû ne. Li ser gelê Kurd înkar û îmha tê ferzkirin. Pêşengiya vê yekê jî îktîdara AKP'ê dike. Di hedefa esîl ya êrîşan de jî Kurdistana Bakur û Rojava heye. Çiyayên me û gundên me tên bombekirin. Bajarên me tên xerakirin. Waliyê Mêtînger ketober qeyûman tayînî şaredariyan dikin û şaredariyên me desteser dikin. Çapemeniya Kurd û muxalif tê bêdengkirin. Kesên li nasnameya xwe ya Kurd xwedî derdikevin ji saziyên dewletê tên dûrxistin. Siyasetmedar dil tên girtin. Li dijî destkeftiyên jinên Kurd êrîşek mezin heye. Hemû gelê Kurd û Tirk ên bindest û derdorên muxalif û demokratîk terora dewletê tê meşandin.

- Ev êrîşa wisa mezin bê guman mezinbûna Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd nîşan dide. Nê pêkan e em li dijî van êrîşan gavan paşve bavêjin û serî bitewînin. Berxwedana ku bi civaka Kurd û Tevgera Azadiyê dest pê kiriye, tevî hemû bedelên giran berdewam dike. Bi zanebûna bedelên giran têkoşîn didome. Li dijî vê konsepta êrîşa tevahî rêya bi tenê berxwedana tevahî ya bi ruhê seferiyê ye. Ji ber vê yekê em dê bi gelê xwe re berxwedana xwe ya tevahî mezin bikin. Ji bo serkeftinê em dest bi hamleya çalakî û rêxistinê dikin.

- Li dijî siyaseta kujer û înkarê, her çendî saziyên me di nava xwe de têkoşînekê bimeşînin jî di encamê de ev têr nake. Ji ber vê yekê divê têkoşînek hevpar, seknek tevahî û yek dil roj biroj mezin bibe û pêş bikeve. Ev yek nebe nabe. Dîroka têkoşîna me nîşanî me daye ku têkoşîna bi serê xwe, malbatî, û komikên biçûk encamê bi dest naxin. Ji ber vê yekê pêdivî bi têkoşîna yekîtî û tevahî heye. Divê em ji bo rizgariya azadiya gelê xwe têbikoşin. Armanca sereke ya têkoşina me rizgariya gelê me û azadiya Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê bi qasî serkeftinên mezin talûkeyên mezin jî li pêş me ne. Ji ber vê yekê divê  em ji têkoşîna tekakesî û perçe perçe berdin û têkoşîna tevahî û yek pare pêş bixin. Ev hişyariya sereke ya têkoşîna azadiyê ye. Em dê bi gelê xwe re berxwedana mezin pêş bixin. Êdî têkoşîna ku em û gel bi hevre bimeşînin peyvira me ya sere ye. Li dijî siyaseta komkujiyê têkoşîna tevî gel a ji bo azadiyê peyvira sereke ya me ye. Ji bo me cihgirtina saziyên le bê guman rûmeta herî mezin e. Di vê pêvajoyê de jî êdi divê em rol û rista pêşengîtiyê jî rast bilîzin Divê kesên pêşeng bi qasî gel di ber xwe bidin û peyvira pêşengîtiyê pêk bînin. Divê bi qasî gel fedekar û berxwedêr bin.

- Em bang li gelê xwe yê wêlatparêz, hemû kesên demokrat, xwediyê bîr û baweriyê dikin ku di nava refê berxwedanê de cih bigirin. li dijî vê êrîşa tunekirin û perçekirinê di nava têkoşînê de cihê xwe bigirin.

- Hêzên dagirker û mêtînger wekî her carê dixwaze dîsa li Kurdistanê îxanetê nûjen bike û dîsa derkeve ser rûpelên dîrokê. Dixwaze bi şebekeyên îxanetê li dijî gelê kurd komkujiyê pêş bixe. Dixwaze vê komkujiya Kurdan rewa bike. Çi dibe bila bibe em bang li hemû gelê xwe yê ku bi şiklên cuda di nava politîkayên AKP'ê yên komkujiyê de cih girtine û bûne amûrê lîstikan dikin ku zû bi zû xwe ji nava vê lîstikê derxin û di nava gelê kurd ê mazlum de cih bigirin.

Wekî encam roja berxwedana tevahî îro ye. An em dê bi ser bikevin. An jî em dê 100 salên din winda bikin. Em li dijî polîtikayên dagirker, mêtînger û serdestan peyvira xwe ya polîtîk û sincî û berpirsiyariya xwe ya civakî pêk bînin û li dijî van hemû êrîşan bi ruhê tevahî di ber xwe bidin. Em dê hêviya xwe ya rizgarî û azadiyê bi hêza xwe ya cewherî û berxwedanê tevahî bi dest bixin.