'Em hem li ber xwe didin hem jî ava dikin'

Di roja destpêkê ya çalakiya 'Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan' de ku li Lozanê pêk tê, nîqaş li ser sîstemê hate kirin. Hate ragihandin ku li Kurdistanê li gel şerê man û nemanê her wiha karê ji bo avakirinê tê kirin.

Projeya siyasî, çandî û hunerî ya bi navê "Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan" ku li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi beşdariya hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên ji gelek welatên cîhanê pêk tê, bi konserê roja destpêkê li pey xwe hişt.

Çalakî li Şanoya Vidy a Lozanê pêk hat û di roja destpêkê de du atolyeyên cuda hatin lidarxistin.

Atolyeya destpêkê bi sernavê "Demokrasiya bê dewlet" pêk hat ku endama KNK'ê Nîlufer Koç, Ekonomîstê Amerîkî Davîd Adler û Aktîvîsta Mafên Mirovan a Swîsreyî Elîsabeth Decrey Warner beşdar bûn. Atolye ji aliyê hunermend Jonas Staal ve hate birêvebirin.

Nîlufer Koç destpêkê axivî û diyar kir ku wê li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biaxivin. Koç got, "Xwezî Abdullah Ocalan li vê derê bûya û wî bi xwe qala paradîgmaya xwe bikira. Mixabin beriya bi salan bi rengekî korsanî hate revandin û dîl hate girtin. Divê em hêzên ku zilmê li me dikin fêhm bikin, ji ber ku em hewl didin her tiştên wan biguherînin. Projeya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan projeyek ji bo her kesî ye. Em dewletê red dikin; ji ber ku dewlet tê wateya hêzê. Eger me Kurdistan ava bikira, ji dewleta Tirk wê çi cudahiya me hebûya? Hebûna dewleta Kurd wê me azad nekiribûya. Saziya ku jê re dewlet tê gotin, azadiyê nade me. Kapîtalîzm bi parçekirinê hewl dide bi rê ve bibe, lê belê em bi yekkirinê hewl didin vê bikin. Ji ber ku hebûna sîstema demokratîk xwe dispêre yekbûyînê. Pirsgirêk pirsgirêka sîstemê ye. Bi sîstema heyî pirsgirêk çareser nabin, nêzîkatiya dewletan a piştî şerê li Ûkraynayê nîşaneya vê yekê ye."

NÎLUFER KOÇ: EM HEVGIRTIN HILBIJART NE DEWLET

Nîlufer Koç dubare kir ku sîstema ew destnîşan dikin Konfederalîzma Demokratîk e û got, "Me jiyaneke bi hev re hilbijart. Tevî her tiştî jî em li ser piyan e û li ber xwe didin. Berxwedana jinan dewam dike. Dewletên netewe niha di nava krîzeke herî meizn de ne. Eger hûn dixwazin hin tiştan baş bikin, divê ber bi başbûnê ve gavan biavêjin. Mînak eger hûn li dijî êşkenceyê bin, weke êşkencekarekî hûn nikarin vê bikin. Bi kirina kiryarên dewleta Tirk hûn nikarin tiştekî cuda bixwazin. Niha li Rojhilata Navîn û Kurdistanê em di nava şerê cîhanê yê 3'yemîn de ne."

DAVÎD ADLER: ŞOREŞA KURDAN HÊVIYÊ DIDE CÎHANÊ

Ekonomîstê Emerîkî Davîd Adler jî diyar kir ku ew serbilind e ji ber ku li vir e û got, "Weke lêkolînerekî min firsend dît ku li ser siyaseta navneteweyî lêkolînê bike, bixebitim. Li Emerîkayê ji dayik bûm, lê li Meksîkayê mezin bûm. Li Chîpasê dîtina femînîzmê ji bo min rûmeteke mezin bû. Şoreşa Kurdan îro hêviyê dide cîhanê." Adler piştî ku ji têkoşîna jinê ya li Meksîkayê hin mînak da, li ser siyaseta navneteweyî pêşkêşiyek kir.

ELÎSABETH DECREY WARNER: HEBÛNA JINÊ YA LI NAVENDA SÎSTEMÊ BANDOR LI MIN KIR

Aktîvîsta Mafên Mirovan a Swîsreyî Elîsabeth Decrey Warner jî çavdêriyên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kir. Elîsabeth Decrey Warner destnîşan kir ku demokrasiya li Rojava sîstemeke demokratîk ya yekser e û got, "Rojava karîbû gelek neteweyan bi hev re bihewîne. Li Efrîkayê min gelek kom dît; ew li dijî rêxistiniyên li hemberî wan têdikoşiyan, şer dikirin. Lê belê dema hêz dixistin destê xwe di demeke kurt de gelek nirxên diparastin, ji dest didan. Li Rojava heta niha em li vê yekê rast nehatin. Pirsgirêkên li cîhanê hemû; krîza avhewayê, pirsgirêka jinê di rojeva wan de ne. Ya ku herî zêde bandor li min kir jî ew bû ku jin di bingeha sîstemê de ne. Û min ji wan re got, 'Hevjînê min jî bibin û biguherînin'."

KOMXEBATA DUYEMÎN: MÊTINGERIYA BÊWELAT

Piştî navberê bi sernavê "Mêtingeriya bêwelat" komxebata duyemîn hate lidarxistin. Di bin vî sernavî de Endama Akademiya Jineolojiyê û Rojnamevan Necîbe Qeredaxî, ji Hindistanê parêzer û şêwirmend Varsha Gandîkota û nivîskara Fransî Fatîma Oûssak pêşkêşî kirin.

QEREDAXÎ: EM HEM LI BER XWE DIDIN HEM JÎ AVA DIKIN

Necîbe Qeredaxî bi bîr xist ku di navbera salên 1926-1930'ê de piştî ku Berxwedana Agirî hate tepisandin, li rojnameya Mîlliyetê karîkaturek hate weşandin ku tê de nivîsa 'Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye' ku li ser gorekê hatibû nivîsandin. Qeredaxî got, "Dewleta Tirk got ku em kuştiye û xistiye gorê. Lê belê niha li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn dewam dike. Em hem li ber xwe didin hem jî ava dikin. Em di çarçoveya modernîteya demokratîk de xwe ava dikin. Niha li vê salonê stêrk hene. Stêrk di çanda Mezopotamyayê de bi navê 'Star' heye. Zanistî divê wateya jiyanê fêhm bike. Jiyan dema ku wateya xwe ji dest bide, tiştek jê namîne. Jineolojî destwerdaneke radîkal a li dijî zanistiyê ye. Em têkoşînên heta niha ji xwe re dikin rêber. Li Kurdistanê dewlet ji me re dibêjin, 'Eger hûn tevlî sîstemê bibin hûn dikarin bibin her tişt, dikarin bibin parlamenter, dikarin bibin serokkomar, lê eger hûn tevlî nebin em ê mafê jiyanê nedin we'."

'JI BO QUTBÛNA JI SÎSTEMÊ HIŞ LAZIM E'

Qeredaxî nirxandina endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi bîr xist ku beriya li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve bê qetilkirin gotibû, "Ji bo qutbûna ji sîstemê hiş lazim e, ji bo hiş jî zanebûn lazim e." Qeredaxî got, "Bi rastî jî divê em civakeke zane û têgihiştî ava bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku civakê dinirxîne dibêje ku femînîzm girîng e, lê belê beriya femînîzmê jî civak heye. Ocalan got, 'Heta ku dîroka koletiyê, kolekirina jinê neyê fêhmkirin dîrok nikare bê nivîsandin'. Divê dîroka koletiyê bê nivîsandin. Dîroka hatiye nivîsandin dîroka civakan nîne, dîroka dewletê, sîstemê û mêr e. Azadiya civakê bi azadiya jinê dibe. Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe."

VARSHA GANDÎKOTA: ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞEKE RADÎKAL E

Varsha Gandîkota piştre axivî û got, "Her tişt bi sînoran hatiye diyarkirin, divê ev sînor bêne vekirin. Kapîtalîzm sînoran nas nake. Divê sînorê xeyalên me jî nebe. Em bala xwe didin ser Rojava; têkoşîna ji bo cîhaneke bêsînor dewam dike. Şoreş ne tenê bi çekê tê kirin. Qala demokrasiya yekser, şoreşa jinê hate kirin. Şoreşa ku bi pêşengiya jinên Kurd tê kirin girîng e. Tê gotin, em destpêkê şoreşê bikin piştre li ser mafên jinan biaxivin. Ev şaş e. Şoreşa Rojava ku weke şoreşeke radîkal e, şoreşeke jinê ye."

FATÎMA OÛASSAK: DI HEBÛNA CIVAKAN DE XAK GIRÎNG E

Fatîma Oûassak jî dema ku xwe da naskirin diyar kir ku ew di nava karekî dayikên ne spî yên li Fransayê de ye û qala têkoşîna jinê ya li Fransayê kir. Fatîma Oûassak got, "Di 27'ê Hezîranê de polîsan zarokekî reş qetil kirin. Zarokek bû. Mixabin ev yek li Fransayê ji rêzê hate dîtin. Jinên ne spî ji bo zarokên xwe têdikoşin. Li Fransayê, bi taybetî mirovên ne spî bi rengekî cuda li têkoşîna jinê ya li Rojava dinihêrin.

Ewropa bi taybetî jî Fransa ji hin aliyan ve ne cihekî baş e ji bo yên ne spî. Di hebûna civakê de xak girîng e. Fransa bi qasî yên spiyan, welatê yên ne spî ye. Ji ber sedemên aborî û ekolojîk koç zêde bû. Her sal bi hezaran jin û zarokên koçber li Derya Spî dixeniqin."

Bernameya roja destpêkê bi nîşandana fîlmê 'Kî ji îdeolojiyê ditirse' ya Marva Arsanîos û konsera hunermendên Med-Derê bi dawî bû.