Cenazeyên Kazici û Turgut hatin wergirtin

Li navçeya Sîlopiyê ku cenazeyên 43 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin anîn, cenazeyên Abdulselam Turgut û Murat Kazici ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin û hatin wergirtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin li nexweşxaneyan otopsiya cenazeyên wan tên kirin. Li navçeya Sîlopiyayê 43 cenazeyên ku li depoya sarincê ya Deriyê Sînor ê Xabûrê tên rawestandin ji wan cenazeyên Abdulselam Turgut û Murat Kazici ji aliyê malabtan v e hatin teşhîskirin. Cenazeyên ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyayê. Li nexweşxaneyê ji malbatên turgut û Kazicin nimûneyê xwînê hate wergritin. 

'ÎŞKENCE LI CENAZEYAN HATIYE KIRIN'

Xwîşka Murat Kazici, Melek Kazici li ber nexweşxaneyê axivî û diyar kir ku di serê birayê wê de şopa guleyekî hebû û hatiye înfazkirin. Kazici bilêv kir ku bevil û çenga birayê wê jî şikestiye û li dijî cenazeya hovîtiyek hatiye kirin. Kazaci anî ziman ku tiştên hatine kirin hovîtiye û bi dehan cenaze di nava torbeyan de li erdê tên rawestandin, di ji ber dîmenê ku dîtiye şoq bûye. 

'BÊHN TÊ'

Kazici destnîşan kir ku li cihê ku cenaze tên rawestandin bêhneke zêde heye û dibe ku çekên kîmyewî hatibin bikaranîn. Kazaci diyar kir ku dîmenên ku dîtiye tu eleqeya wan bi mirovahiyê re nîne 3u wiha berdewam kir: "Murat dema ku herî dawî bi dayika xwe re diaxive dibêje ku di qatê duyemîn ê malê de ne, hevalên wan hatine şewitandin."

Piştî karên otopsiyê cenazeyên Turgut û Kazici ji nexweşxaneyê ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin û bi konvoyê ve derxistin rê. Cenazeyê Kazici dê li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, cenazeyê Turgut jî li Wanê bên definkirin.