BI DÎMEN

Cenazeyê şervanê YPG'ê Fetah bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Sêrwan Fetah (Erdal Bexdad) ê li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Kerkûkê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Ji bo şervanê YPG'ê Sêrwan Fetah (Erdal Bexdad) ê li Til Hemîsê di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji des da, li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê merasîmeke girseyî hat lidarxistin. Darbesta cenaze bi konvoyeke dirêj a ji wesayîtan, ji aliyê gelê Kerkûkê ve hat pêşwazîkirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî beşdarî merasîmê bûn.

Cenaze birin goristana Rehîmawa û li vê derê gerîlayên HPG û YJA Starê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Ji Komîteya Şehîdan a Başûrê Kurdistanê Mûhammed Gabar li merasîmê axivî û got, "Xwîna şehîdan ji bo welatekî rastiya heqîqetê ye. Lewma şehîd Erdal bi xwîna xwe ala berxwedanê ya Şoreşa Rojava hilda ye û bûye parêzvanê vê berxwedanê."

'DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI NIRXÊN BI XWÎNA ŞEHÎDAN AFIRÎNE, DERKEVE'

Li ser navê gerîlayên HPG'ê Rohat Herekol peyivî û destnîşan kir, ku gelê Kurd bi gavên ji xwe bawer û bi biryar meşa xwe ya azadiyê didomîne. Herekol got, "Divê gelê me xwedî li nirxên xwe yên bi xwîna şehîdan afirîne, derkeve. Weke şervanên azadiyê yên Kurdistanê, me soz dane ku hesabê her dilopa xwîna şehîdê xwe bipirsin û ala şehîdan radestî me kirine her bilind bikin."

'ŞEHÎDÊN ME BI XWÎNA XWE BANGA YEKÎTIYÊ LI ME DIKIN'

Hevseroka Tevgera Azadî ya Kerkûkê Rêhan Hemedî jî da zanîn, ku divê mesaja cangoriyên têkoşîna azadiyê baş were fêhmkirin û got, "Şehîd Erdal bi xwîna xwe sînorên bi destan hatine xêzkirin ji holê rakir." Hemedî bal kişand ser ruhê neteweyî ku cangoriyan afirandine û destnîşan kir, ku divê ev ruh ji aliyê hemû Kurdianiyan ve mînak were dîtin.

'EM XWEDÎ LI XWÎNA ERDALAN DERKEVIN'

Bavê şervanê YPG'ê Reed Fetah jî got, "Erdal ji bo parastina axa pîroz a Kurdistanê şehîd bû. Erdal ne tenê ewladê min e, yê tevahiya gelê Kurd e. Li Rojava li dijî DAIŞ'ê mirovahî parastiye. Banga min li gelê Kurd ew e ku xwedî li xwîna Erdalan derkeve."

Cenazeyê Fetah li ber dirûşmên "Şehîd Namirin" hat veşartin.

...