YJK-E ji bo Nisêbînê bang li tevahî jinan kir

Yekîtiya Jinên Kurdistan – Elmanya (YJK-E), bang li tevahî Kurdistanî û şoreşgerên li Elmanyayê dijîn kir ku li dijî derbeya 20’ê Gulanê tevlî çalakiyên “dest nede îradeya min” bibin û li dijî qirkirinên dewleta Tirk xwedî li Nisêbînê derkevin.

Yekîtiya Jinên Kurdistan – Elmanya (YJK-E), bang li tevahî Kurdistanî û şoreşgerên li Elmanyayê dijîn kir ku li dijî derbeya 20’ê Gulanê tevlî çalakiyên “dest nede îradeya min” bibin û li dijî qirkirinên dewleta Tirk xwedî li Nisêbînê derkevin.

Di daxuyaniya YJK-E de li ser koalîsyona faşîst a AKP-MHP-CHP’ê hate rawestandin, bang li tevahî jinên ku ji xwe re dibêjin sosyal demokrat hate kirin ku li gel jinên Kurd cihê xwe bigirin.

YJK-E di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev gotin: “Şer li her derê cihanê, destpêkê li jin û zarokan dixe. Ji ber vê jî divê li dijî vî şerê qirêj ala şoreşê destpêkê jin rakin. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem jinan nûnertiya xwe di HDP’ê de dîtine, lê hêzên faşîst û dewleta zilam serwer li ber vê tehamul nekiriye. Divê tevahî jinên Kurd ên li Elmanyayê ji bo wekîlên me her derê veguherînin qadên çalakiyê.

Ji bo tevahî jinên li Elmanyayê banga me ye; wek Yekîtiya Jinên Kurdistanê-Elmanya, di serî de Elmanya, em bang li jinên li tevahî cîhanê dikin ku piştevaniya HDP’ê bikin, di çalakiyên hevpar de di herî pêş de cih bigirin, em bi hev re aştiyek bi rûmet ava bikin.”

YJK-E bal kişand ku bi pêngava YPG’ê ya li hember Reqayê ve dewleta Tirk jî li Nisêbînê dest bi qetlîaman kiriye, got: “Piştî Cizîr, Sûr û Silopiyayê vê carê jî dewleta Tirk li Nisêbînê qetlîaman pêk tîne. Ji bo valaderxistina polîtîkayên wê yên qetlîamê, em bang li her kesî dikin ku xwedî li berxwedana mafdar a xwerêveberiya Kurdistanê derkevin û ji bo Nisêbînê dakevin qadan.”