YJK-E: Hebûna Rêber Apo xwebûna me ye, bê Serok jiyan nabe

YJK-E, ji bo meş û mîtînga 11'ê Sibatê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li hêzên şoreşger û demokrat, bi taybetî li jinan kir ku beşdarî xwepêşandanên protestoyî bibin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve hatiye şidandin û hat ragihandin, dewleta Tirk, DYA, NATO û welatên Yekîtiya Ewropayê ji vê yekê berpirsyar in.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke jinên Kurd ev 18 sal in em ji bo azadiya Rêberê xwe têdikoşin" û Meşa Dirêj a Enternasyonal hat silavkirin:

"Em bang li hemû hêzên demokrat û şoreşger, bi taybetî jî jinên Kurd ên welatparêz dikin, ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê me de li dijî gelê Kurd hat kirin, di 11'ê Sibatê de li Strasboûrgê bin. Bi vê wesîleyê, em Meşa Dirêj a Enternasyonal ku ji gelek welatan zêdeyî 70 enternasyonalîst û nûnerên saziyên Kurdan tevlî bûne, silav dikin."

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku wê roja 15'ê Sibatê li hemû eyaletên Elmanyayê, çelenga reş deynin pêşiya Konsolosxaneyên Tirk û meclîs, komun û însiyatîfên jinan wê meş û mîtîngan lidar bixin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Em bang li hemû jinan dikin, ku bi dirûşma 'Hebûna Rêber Apo xwebûna me ye, bê Serok jiyan nabe' dakevin qadan."