TJK-E ji bo mîtînga 23'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir

TJK-E: Ji bo mîtînga 23'ê Çileyê ya li Parîsê em banga tevlîbûnê dikin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo mîtîna 23'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûneke xurt kir.

Di daxuyaniya TJK-E de hat gotin, "Weke TJK-E em radihînin, ku di salvegera 4. a komkujiya Parîsê de, em ê têkoşîna xwe ya ji bo ronîkirina komkujiyê bi biryardarî bidomînin. Di nava 4 salan de, weke tevgera jinê me li cihê lê rêxistinbûyî, daxwaza xwe ya ji bo maf û edaletê her bilind kir. Komkujiya Parîsê nîşaneya êrîşa li dijî têkoşîna rûmetê ya gelekî ye. Em jin, ji dîrokê heta roja îro her tim bûne pêşengên hemû berxwedanan. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileyê de li nava Parîsê hatin kuştin, nûnerên 3 nifşên vê berxwedanê bûn. Di 9'ê Çileya 2013'an de ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd qonaxeke girîng bû, hat xwestin ku di tarîtiyê de bên girtin.

Lê belê piştî vê komkujiyê têkoşîna her sê jinên şoreşger qat bi qat mezin bû û li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû. Bi zêdekirina rêxistinbûn û têkoşîna xwe, me bersiv dan vê komkujiyê. Di nava 4 salan de lêpirsîna dozê hat meşandin û lêpirsîn di sala 2015'an de qediya. Di vê navberê de têkoşîna mafdar û daxwaza edaletê ya gelê Kurd bênavber dewam kir. Lê dema destpêkirina rûniştina dozê her tim hat taloqkirin. Di nava vê demê de, rewşa tenduristiyê ya kujer Omer Guney çend caran hat vegotin. Di 17'ê Kanûnê de Omer Guney mir. Lê belê her kes vê baş dizane, ev doz ne tenê doza darizandina tetîkkêşekî ye. Kujer mirî ye, lê belê hê kiryarên nehatine eşkerekirin, serbest in. Di gilînameyê de ku li raya giştî vekiriye, eşkere ye bê kiryar kî ne. Doz siyasî ye.

Weke Tevgera Jinên Kurd em bang li hemû jinan û gelê xwe dikin, ku bibin şopdarên vê dozê. Û li ser vê bingehê bi xurtî tevlî mîtînga protestoyî ya 23'ê Çileyê ya li Parîsê bibin.

Heta ku komkujiya Parîsê bê ronîkirin, jinên Kurd wê ji meydanan neçin."