TJK-E: Em ê bi ruhê raperîna 8'ê Adarê berxwedanê mezin bikin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) 8'ê Adarê li jinên ku qadan tije kirin pîroz kir û da zanîn ku ew ê bi ruhê raperîna 8’ê Adarê berxwedanê mezin bikin.

TJK-E di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ya sala 2024’an, bû saleke ku jin kolan mîna qadên xwe yên azadiyê bibînin û bi vîn û dengê xwe sekna xwe ya rêxistinbûyî li dijî polîtîkaya sîstema kapîtalîst a li dijî jinê nîşan bidin."

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Îro desthilatdarî hebûna xwe tenê li ser jinê ava nake, di heman demê de dixwazin destkeftiyên ku jinan bi dest xistine parçe bi parçe bike û rola jinê ji nû ve diyar bike. Li aliyekê dixwaze li çar parçeyên Kurdistanê netewperestî, olperestî û serîtewandinê pêş bixe û li aliyê din jî faşîzm geş dike û êrîşî jinan dike. Pêşî li ber rêxistinbûyina jinê û siyaseta wê ya ku veguherandina civakê misoger dike, digire. Jinan ji qadên pêşxistina çandî û dîrokî tên dûr xistin û bi vê yekê re di nava civakê de rê li ber biçûk xistina jinan vedike. Bi girtina saziyan, asîmlekirina çanda wan, bi dîlgirtina vîna wan a siyasî ango bi qirkirinên siyasî re hewl tê dayîn jinan bitirsînin û di nava tarîtiya dîrokê de bifetisînin.

Li dijî van hemû polîtîkayên êrîş, çavtirsandin û gefxwarinê, jinan di sala 2024'an de li dijî van polîtîkayên qirêj bi awayekî xurttir xwe bi rêxistin kirine û parastina xwe ya cewherî hîn bêhtir dane pêş. Têkoşîna jinan a bi israr ya 167 salan ku bi Rozayan, Sarayan, Evîn Goyî, Arîn Mîrkan, Hevrîn, Sêvê, Pakîze, Fatma, Feryal, Reyhan, Jîna Emînî, Nagîhan û Bîşengan bûne sembolên mîrateya têkoşînê, her wiha di roja  îro de bûne rênîşên me.

Li dijî zayendîperestiya civakî, qirkirina jinan, tundiya li ser jinê, îstîsmarkirina ked û bedena jinê, olperestiya siyasî û şer, jin serî radikin û bi vîna xwe biryarê didin bê dixwazin çawa bijîn. Pêşengiya civakê dike, di warê guhertin û veguherînê de bi biryarên xwe yên wekhev ên li her qadên jiyanê, hevjiyana azad vedihewîne. Divê mêr bikeve ferqa koletiya xwe, feraseta azadiyê ya ku sîstemê daye wî red bike, bi hişmendiya azadîxwazî û wekheviyê nêzî jinê bibe. Rastiya ku heta azadiya jinê pêk neyê civak jî azad nabe di sedsala 21’an de bi awayekî zelal derketiye holê û asteke gerdûnî li têkoşîna jinê bar kiriye.

Asta şoreşa jinê ya di sedsala 21’an de gihiştiye hê zêdetir derketiye holê û nîşan daye ku ti astengî dê li ber têkoşîna rêxistinî negire. Tevî her şêwe hewldanên qirkirinê û êrîşan jî şervanên me yên azadiyê yên jin di 8'ê Adarê de li çiyayên azad têkoşîn mezin kirin û kirin ku dijmin li hemberî hemû êrîşan paş ve gavê biavêje. 'Jin, Jiyan, Azadî' ji dirûşmê bêhtir ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo jinên cîhanê, mîna felsefeya jiyana nû ji bo têkoşîna jinê bûye nefes. Ji bo vê jî jinan xwedî li pêngava 'Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin' derketin.

Di vê wateyê de em spasiyên xwe pêşkêşî hevrêyên xwe yên ku di amadekariyên hemû çalakiyên 8'ê Adarê de cih girtin, jinên ku bi vîn, reng û dengê xwe yê xurt qad û kolanan tijî kirine, dikin. Bi ruhê raperîna 8'ê Adarê weke jin em ê di 21'ê Adarê de berxwedana xwe mezintir bikin û ber bi siberojên azad ve bimeşin."