TJA: Em têkoşîna li dijî pergala êşkenceya Îmraliyê mezin bikin

TJA’yê got, "Em bang li her kesî dikin ku ji pergala êşkenceya Îmraliyê re bêjin 'raweste' û li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin û azadiya civakî pêk bînin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî agahînestina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku 2 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de ye, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û hat gotin, "Her ku ev polîtîkayên tecrîdê yên çaryek sedsalê dewam dikin, li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûr dibin, bi taybetî jî komkujiya li ser jinan; Pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û ekolojîk jî bi heman rêjeyê kûr dibin û tevahî civak dikeve bin zextan.”

'HÛN NIKARIN HEQÎQETA ABDULLAH OCALAN TARÎ BIKIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd bi hêza xwe ya çareseriyê polîtîkayên tecrîdê pûç kiriye û wiha hat gotin, “Berxwedana fikrî, felsefî û siyasî ya ku rêzdar Ocalan li Girava Îmraliyê pêş xist; Li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê hêzek mezin daye têkoşîna azadî, demokrasî û azadiyê ya gelan, ciwan û jinan. Em dizanin û dibînin; polîtîkayên giran ên tecrîdê yên li ser rêzdar Ocalan, ji êrîşên li ser têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan serbixwe nînin. Ji ber vê yekê em careke din diyar dikin; têkoşîna demokrasî û azadiyê tenê bi berxwedana li dijî tecrîda Îmraliyê dikare bê meşandin. Ji ber ya ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin; azadiya hemû jinan û gelan bi taybet jinên Kurd e.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê demildest tecrîd rabe û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk werin û wiha berdewam kir:

“Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî û ji nû ve bi jinan û gelan re bikeve têkiliyê; yekane rêya jiyana aştiyane, demokratîk û azad wê bibe. Paradîgmaya civaka 'Demokratîk, Ekolojîk, Azadîparêziya Jinê' ya ku birêz Ocalan pêşxistiye, ancax bi azadiya xwe ya fizîkî wê bi jiyanî bibe. Ji ber ku em weke jinên Kurd azadiya xwe di vê paradîgmayê de dibînin. Ligel tecrîda 25 salan a li Îmraliyê, tecrîda mutleq û her cure bêhiqûqiyê; ti polîtîkaya mejiyê netewe-dewleta serdest nikare girêdana birêz Ocalan a bi jin, civak û gelê Kurd re ava kiriye, bişkîne. Ji ber ku heqîqet nayê veşartin. Hûn nikarin heqîqeta me tarî bikin!

Em careke din destnîşan dikin ku muxatabê sereke yê hemû pirsgirêkên civakî, bi taybet jî pirsgirêka Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em bang li hemû jinan, di serî de jinên Kurd, hemû gel, sazî û rêxistinên navneteweyî yên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin, ji pergala êşkenceya Îmraliyê re bêjin 'raweste', li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin û azadiya civakî pêk bînin."