'Têkoşîna jinê têkoşîneke civakî ye'

Aktîvîsta DAKAP’ê Fatma Yildizhan anî ziman ku têkoşîna jinan ku li her dera cîhanê gur û geş dibe û Tevgera Jinên Kurd hevdu xwedî dikin û got: ”Têkoşîna jinan têkoşîneke civakî ye.”

Tevgerên jinan ên li her derê cîhanê zêde dibin û dibin hedefa êrîşên dewletan. Serhildana jinan a ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve di van mehên dawî de dest pê kir û hê jî didome, ji bo jinên hemû cîhanê weke çavkanî berdewam e. Aktîvîsta Platforma Jinan a Dîcle ya Amedê (DAKAP) Fatma Yildizhan, nirxandina hişmendiya zayenda civakî û têkiliya ruhê têkoşînê bi Tevgera Jinên Kurd re, hêman û navgînên têkoşîna jinan kir.

Yildizhan diyar kir ku gava ew ji bo jinan têdikoşin ne bi tenê di ser zayenda jinan re lê aliyê xwezayî, civakî, siyasî û hiqûqî jî didin ber çavan. Yildizhan got ku ew bi feraseta têkoşîneke bi tevahî tevdigerin.

TUNDIYA SIYASÎ Û HIQÛQÎ

Yildizhan da zanîn ku qirkirina xweza, civak û zayendan ji aliyê pergala kapîtalîst ve berdewam e û wiha axivî: ”Em ji berê bêhtir hest pê dikin ku azadî bi têkoşîna jinan pêkan e. Ev çend salên dawîn ji bo astengkirina azadiya civakî tundiyeke cidî ya bi pergal û siyasî heye. Ji xeynî mêran dewlet jî tundiyê li jinan dike. Bi taybetî li dijî jinên têdikoşin tundiyeke siyasî û hiqûqî heye. Sedemeke vê tundiyê jî hewila kêmkirina têkoşînê û dizaynkirina civakê ya li gor dilê xwe ye.”

Yildizhan bal kişand bi ser awayên tundiyên pergala baviksalar ên li hemberî jinan û wiha pê de çû: “Em çalakiyên xwe, awayên êrîşê yên pergala mêrane didin ber çavên xwe û plan dikin. Di nav civakê de, li qadên ku em lê ne, li kargeh, mal û kuçeyan plansaziya xwe dikin. Lewre jin çîneke din in. Jin bi aborî û çînî di nav kîjan çînê de bin jî ji ber jinbûna xwe tundî li wan tê kirin. Me li ser vê lêkolîn kirin. Bandorek jê xizanî ye lê mirov dibîne ku têkiliya vê zêde bi xizaniyê re nîn e. Ji ber ku çîna tundiya li ser jinan nîn e. Di nav derdorên xwedî mal û milk de tundiyek kûrtir û veşarî heye.’’

PARADÎGMAYA TEVGERA JINÊN KURD

Yildizhan bi lêv kir ku ew jinên Kurd dibêjin ku têkoşîna jinan têkoşîneke civakî ya bi tevahî ye û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “Êdî paradîgmayeke ku heke têkoşîna nasnameyî, çînî û zayendî  bi hev re bê kirin wê azadî bi dest bê xistin, heye. Di vê paradîgmayê de sînorê têkoşîna jinan nîn e. Perspektîfa Tevgera Jinên Kurd hêviya jinên cîhanê ye. Me ev di berxwedana jinan a Kobanê de dît.”

JINÊN KURD BI TÊKOŞÎNÊ XURT DIBIN

Yildizhan destnîşan kir ku Rojhilata Navîn, awayê bi ruh û canbûyî yê dewleta mêr e û got: ”Lê Tevgera Jinên Kurd li dijî vê têdikoşe. Têkoşîna jinên Kurd li hemû cîhanê mînak e. Em jinên Kurd bi vê têkoşîna jinan ku gur û geş dibe, bi hêz dibin. Daxwaza guherîna pergalê tê kirin. Dewleta mêr bi her awayî êrîş dike. Em jinên têdikoşin, tundiyek jê ku em herî pir rû bi rû dibin ew e ku dikevin hewila veqetandina mirov ji civakê, tecrîd û marjînalkirin e.”

HAYA JINAN JI FÊLBAZIYA MÊRAN HEYE

Yildizhan got ku êdî haya jinan ji fêlbaziya mêran heye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Jinên têkoşer dizanin ku rêya rakirina ji holê ya pergala dewleta mêrserwer, geşkirina têkoşîna bi nasnameyê hevpar e. Ne bi tenê jinên li heman erdnîgariyê dijîn, hemû jinên cîhanê dizanin ku guherîna vê pergalê bi têkoşîna jinên cîhanê ya hevpar pêkan e.”