HPG: 15 dagirker hatin cezakirin, 5 kon û 2 çeper hatin îmhakirin

HPG’ê got: “Li Kanî Botkê ya li Qada Berxwedanêya Golkayê bi bombeyên dest, çekên ferdî û çekên nîv otomatîk li dagirkerên di bin kontrolê de hate xistin. Di vê çalakiyê de 15 dagirker hatin cezakirin, 5 kon û 2 çeper hatin îmhakirin.”

DAXUYANIYA HPG’Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li herêma Metîna;

4’ê Gulanê di saetên siharê de hêzên me dagirkerên li Kanî Botkê ya li Qada Berxwedanê ya Golkayê, xistin bin kontrolê. Di saet 07.45’an de ji navbereke nêzîk bi çalakiya gerîla ya koordîneyî bi bombeyên dest, çekên ferdî û çekên nîv otomatîk li dagirkerên di bin kontrolê de hate xistin. Di vê çalakiyê de 15 dagirker hatin cezakirin, 5 kon û 2 çeper hatin îmhakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

2,3 û 4’ê Gulanê qada Girê Reşîd, Girê Zengil û Deşta Kafya ya herêma Garê 6 caran, qada Serê Metîna û Dergelê ya herêma Metînayê 3 caran û herêma Ava Lolanê ya herêma Xakurkê carekê, bi giştî; 10 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

1 û 3’yê Gulanê Qadên Berxwedanê ya Şêlazê û Golka yên Metînayê û Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a Zapê, bi helîkopterên êrîşê û çekên giran hatin bombebarankirin.”