Qirkirina siyasî: Hevşaredara Misircê û 4 jin hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, Hevserokên DEM Partî û DBP'ê yên Misircê jî di nav de 5 jin hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, Hevserokên DEM Partî û DBP'ê yên Misircê jî di nav de 5 jin hatin binçavkirin.
Li navçeya Misircê ya Sêrtê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de serê sibehê serdegirtin hate kirin. Di encamê de Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, Hevseroka DEM Partiyê ya Misircê Salîha Sak, Hevşaredara DBP'ê ya Navçeyê Sûtlan Yorûlmaz, endama Meclîsa Şaredariya Misircê Mehpare Yeşîlbaş û Gulbahar Îvdîl hatin binçavkirin.
5 jinên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya li navçeya Misircê.