Meclîsa Jinan a Denîz Firat kongreya 3. lidar xist

Meclîsa Jinan a Denîz Firat 3. kongreya xwe lidar xist û meclîsa nû ya ji 31 kesan pêk tê hilbijart.

Duh li bajarê Aachen ê Elmanyayê, Meclîsa Jinan a Denîz Firat 3. kongreya xwe lidar xist. Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Yezda Kajîn di kongreyê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand û komploya navneteweyî şermezar kir.

Kajîn, kesên di tekoşîna berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û  berxwedana Kurdistaniyan silav kir. Kajîn diyar kir, AKP'ê di dema berxwedana xwerêveberiyê û piştî wê de zihniyeta xwe ya faşîst û dijminatiya li jinê girantir kiriye û got, "Weke jin pêwîste em hê zêdetir xwe bi rêxistin bikin û vê zihniyeta faşîzmê ser û bin bikin."

Yezda Kajîn bal kişand ser komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî tevahiya gelê Kurd hat kirin û got; "Ji bo pêşî li vê komployê were girtin, roleke mezin dikeve ser milê jinan. Pêwîste em her tim xwe bi rêxistin bikin û li qadan bin."

Piştî axaftina nûnera TJK-E Yezda Kajîn ropar kar hat xwendin û nirxandin. Bi hilbijartinê  meclîsa nû ya ji 31 kesan pêk tê hat avakirin. Herî dawî jî plansaziya dema pêş hat amadekirin.