KJA: Li hember serweriya mêr em ê têkoşînê pêş bixin

KJA, li dijî gotinên cinsiyetperest ên Arinç li hember Parlamentera HDP’ê Aydogan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku AKP xwedî zîhniyeta dijminê jinan e.

KJA, li dijî gotinên cinsiyetperest ên Arinç li hember Parlamentera HDP’ê Aydogan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku AKP xwedî zîhniyeta dijminê jinan e. KJA ji bo meşa 1’ê Tebaxê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Amed, Êlih, Bedlîs, Mûş û Erziromê têkildarî kildarî gotinên Berdevkê Hikûmetê û Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç ên li Meclîsê ku ji Parlamentera Amedê ya HDP’ê Nursel Aydogan re got, “Xanimê bêdeng be, wek jinekê bêdeng be” li ber Serokatiya Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin.

Ezgî Yalçin a li ser navê jinan axivî diyar kir ku tecrîda li ser mîmarê jiyana civakî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin. Yalçin da xuyakirin ku wê tevlî meşa 1’ê Tebaxê ya Gemlîkê bibin û ji bo avakirina pêşerojeke azad banga tevlîbûnê kir.

'DIJMINTIYA LI HEMBER JINAN ÎSPAT KIRIN'

Yalçin bal kişand ser gotinên cinsiyetperest ên Arinç û got, dijmintiya AKP û ekîba wê ya li hember jinan careke din îspat bûye. Yalçin da xuyakirin ku wan bi van gotinan hedê xwe derbas kirine.

Yalçin wiha dewam kir: “Em soz didin li hember serweriya zilam û trolên wan têkoşîn û rêxistinbûna xwe pêş bixin."

'EM BANGA TEVLÎBÛNA MEŞA GEMLÎKÊ LI HEMÛ JINAN DIKIN'

Yalçin diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama polîtîkayên hikûmetê de di bin tecrîdeke zêde de ye û got: “Ji bo civak ji kaosê derkeve divê polîtîkayên tên meşandin demldest bên bidawîkirin. Pêvajoya muzakereyan û aştiye ya xitimî bi tenduristî bê destpêkirin. Li ser navê dawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan em ji bo meşa 1’ê Tebaxê ya ji Amedê ber bi Îmraliyê ye di pêşengiya TUHAD-FED de wê bê lidarxistin banga tevlîbûna li hemû jinan dikin.”