BI DÎMEN

Jin li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser piyan e

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan jin daketin qadan û şîdeta dewletê û ya zilam şermezar dikin.

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Dijî Jinan jin daketin qadan û şîdeta dewletê û ya zilam şermezar dikin.

AMED

Kongreya Jinên Azad (KJA) bi munasebeta 25'ê Mijdarê li Sumer Parkê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji KJA'yê Ayşe Gokkan axivî û diyar kir ku ev vê civînê diyarî zarok û jinên du di 6 mehên dawî de hatine qetilkirin dikin û anî ziman ku heta ku statuya xwerêvebirinê nebe tu qanûnên ku netewe dewletê îmze kirine darbasdar nîne.

Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata jî got ku ew ê li dijî hemû cureyên şîdetê bin û wiha axivî: "Wekî li Domînîkê em dizanin ku xwîşkên me li her derê li dijî şîdetê li qadan in. Em jî li vir piştgiriyê didin wan." Ata bilêv kir ku di hefteya dawî de li Nisêbînê Selamet Yeşîlmen ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin û anî ziman ku li Stenbolê jî li Samsunê jî heman tişt qewimî, êdî jin îtiraz dikin; rema ku jin mafê xwe digerin desthilatdariya zilam diheje ji ber vê yekê jî tê xwestin jinan bieciqînin lê jin dê her tim xwedî li nirxên xwe derkevin.

Ata destnîşan kir ku qanûnê ji bo pêşîlêgirtina kuştinên jinan kêm in û li gel ku Tirkiyeyê beriya hemû welatan Peymana Stenbolê îmze kiriye jî tablo nehatiye guhertin.

Hevseroka MHD'ê Gulşen Ozbek jî diyar kir ku li Kurdistanê di 6 mehên dawî de 10 jin ji aliyê hêzên dewletê ve 43 jin jî ji ber rewşa şer jiyana xwe ji dest dan.

Piştî axaftinan sînevîzyona bi navê "NEKUJE" ya li ser jin û zarokên ku di 2015'an de hatine qetilkirin hate pêşandan. Jin piştre li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hatin cem hev û ji vir heta Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê ve meşiyan û di meşê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.

Li navçeya Rezan a Amedê jî jinan daxuyanî dan. Hevşaredara Rezan Bîrsen Kaya Akat axivî û bal kişand li ser êrîşên jinên êzidî kir û bilêv kir ku dewleta ku li dijî êrîşan bêdeng maye qasî çeteyên DAIŞ'ê sucdar e. Xebatkara Mala Jinê ya Kardelenê Gurbet Kazan jî axivî û got ku sîstemên desthilatdar ji bo berdewamkkirina desthilatdariya xwe dev ji polîtîkayên pêkûtiyê bernedane û yên ku li ber xwe dane jî wekî tehdîd dîtine.

Navenda Pêkanîn û Piştevaniyê ya Mafê Jinan a Baroya Amedê jî li ber Edliyeyê daxuyanî da. Li ser navê jinan Serap Ertuş axivî û got ku şîdeta li hemberî jinan bênavber didome. Ertuş anî ziman ku di 11 mehên 2015'an de 255 jin ji aliyê zilamanv e hatin qetilkirin û 157 bi zorê fuhuş bi wan dane kiri, 319 jin birîndar bûne, 179 jin rastî tecawizê hatine û di 5 salên dawî de jî herî kêm hezar û 134 jin hatine qetilkirin.

Lijneya Jinan a MAZLUMDER a Amedê ji bo balê bikişînin ser tundiya li ser jinan civîna çapemeniyê li darxistin. Civîn li avahiya Şaxa MAZLUMDER’ê ya Amedê hate lidarxistin. Endam û rêveberên MAZLUMDER’ê tevlî civînê bûn. Di civînê de Alîkara Serokê Şaxa MAZLUMDER’ê ya Amedê Şeyma Demîr axivî . Demir hevpeymanên ji bo mafên jinan ên ku Tirkiyeyê li gel Netewên Yekbûyî îzme kirî bi bîr anîn û diyar kir ku li gel hemû hevpeymanên li Tirkiyeyê hêjmara kuştina jinan her roj zêdetir dibe. Demir destnîşan kir ku yek ji sedemên zêdebûna tundiyê jî kesên li dijî jinan tundiyê pêk tînin ceza nagirin yan jî cezayên wek xelat digirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema jinên wek Nevîn Yildirim û Çîlem Dogan parastina xwe dikin bi cezayên herî mezin re rû bi rû dimînin.” Demir da zanîn ku bandora şerê li Kurdistanê tê maşandin herî zêde li jinan dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Jin ji aliyê dewletê ve rastî tundiya pskolojîk û bedenî tên. Divê li meclîsê lijneya jinan bê avakirin û pisgirêkên jinan bên çareserkirin. Em dê weke MAZLUMDER’ê heya dawî ji bo mafê jinan têbikoşin."

ÊLIH

Komaleya Xwendekarên Azad yên Zanîngeha Êlihê (BUO-DER), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê li kampûsa Zanîngeha Êlîhê meş lidarxistin û bi daxuyaniyekê tundî û êrîşên li dijî jinan şermezar kirin. Xwendakaran pankarta "Bi cîwanên rêxistinkirî re, ber bi pêşeroja azad ve" vekirin.

Endama BUO-DER'ê Zekiye Gezer daxuyanî xwend û got ku hikumeta AKP'ê li hemberê êrîşên li ser jinan bêdeng dimîne. Gezer anî ziman ku divê Wezarata Jinan jî bê avakirin û axaftina xwe wiha domand: "Ji bo ku êrîşên li ser jinê bê rawestandin divê em piştevaniyê bidin Nisêbîn, Cizîr û Farqîn. Jin dê hertim li hemberê êrîşan, bi taybetî jî êrîşên li ser jinan li der qadê li ber xwe bide." Piştî daxuyaniyê çalakî bi tilîliyan bi dawî bû.

Komîsyona Mafên Jinan ya Baroya Êlîhê jî di çarçevoya 25'ê Mijdarê de li baroyê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek jinên parêzvan jî tevlê daxuyaniyê bûn û li ser navê jinan Seroka Komîsyona Mafên Jinan Emîne Temel axivî. Temel diyar kir ku li Kurdistanê jin her tim di bin bandora şer de dijîn û got ku di pêvajoya şer de êrîşên herî giran taybetî li ser jinan pêk tê.

Daxuyani bi çepikan bi dawî bû.

RIHA

Şaxa BES'ê ya Rihayê têkîldarî rojê daxuşanî da. Di daxuyaniyê de Hevseroka BES'ê ya Şaxa Rihayê Leyla Sezer axivî û diyar kir ku saziyên dewletê ku li gorî aqilê mêr xebatên xwe dimeşîne ji bo şîdetê zemînê ava dikin û dibin şirîkê suc. Sezer bilêv kir ku 13 di îxtidara 13 salan de polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinê dike didomîne.

Li navçeya Xelfetiyê jî jinan bi pêşengiya KJA'yê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de ji bo jinên ku hatine qetilkirin rêz girtin. Li ser navê jinan aktîvîsta KJA'yê Naîme Saglamcan axivî û wiha got: "Reng, ziman, nijad, welatê jinan biguhere jî bingeha şîdetê naguhere. Li welatê me yê ku şîdeta li dijî jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye û rojê 4 jin tên qetilkirin xemsariya dewletê ya li dijî vî pirsgirêkê nîşan dide."

MÊRSÎN

Navenda Mafên Jinê ya Baroya Mêrsînê li avahiya xwe daxuyanî da û bal kişand li ser şîdeta li hemberî jinan. Berpirsyara Navenda Mafên Jinê ya Baroya Mêrsînê Seher Yalçinkaya Çetîn diyar kir ku şîdeta li hemberî jinan her diçezêdetir dibe. Çetîn bilêv kir ku şîdeta li hemberîj inan bin pêkirina mafê mirovan e û jin divê li malê û di nava civakê de bê esasgirtin, ev yek jî bi guhertina ferasetê û perwerdehiyê pêk an e.

Endamên Platforma Jinê ya Mêrsîn ê jî li ber Midûriyita Bajar a Wezerata Polîtîkayên Civakî û Malbatê daxuyanî dan. Li ser navê platformê Gonca Ocakçi axivî û got ku li gorî daneyên Wezareta Dadgê di salên 2002-2015'an de 5 hezar û 406 jin hatine qetilkirin û li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî jî 13 hezar û 381 jin hatine qetilkirin. Ocakci destnîşan kir ku divê ji bo parastina jinan a li dijî şîdetê qanûn bên sererastkirin.

EDENE

Parêzerên Endamên Komîsyona MAfên Jinan a Baroya Edeneyê bi cubeyên xwe ve li ber Edliyeya Edeneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatên jinên ku hatine qetilkirin jî piştgirî dan çalakiyê. Parêzer Sîbel BAyirdir axivî û got ku divê rayedarên dewletê dev ji polîtîkayên li dijî jinan berdin. Bayindir bal kişand li ser kêm kirina cezayên ku ji bo kujerên jinan tên dayîn û xwest li dijî kujerên jinan cezayên giran bên dayîn.

Endamên TUM BEL-SEN'ê yên Edeneyê jî li ber ŞAredariya Seyhanê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan Bahar Yucel Unnu axivî û got ku ligel vê rojê jî jin dastî şîdetê tên.

Xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê jî li Qada R1 hatin cem hev û heta Xaringeha Navendî ve meşiyan. Xwendekarên ku daxuyanî dan xwestin şîdeta li hemberî jinan bi dawî bibe. Xwendekarên ku careke din derbasî Qada R1 bûn li vir muzîk dan guhdarkirin.

HATAY

Platforma Jinê ya Îskenderunê li ber Postexaneya îskenderunê ji girtiyên jin re kart şandin. Jinan li ber postexaneyê daxuyanî jî dan çepameneyê. Li ser navê jinan Fatma Çinar axivî û diyar kir ku her roj 5 jin tên qetilkirin û bi hincetên neqaline jî cezayên wan tên kêmkirin.

Piştî daxuyaniyê ji bo girtiyên jin kart hatin şandin.

Platforma Jinê ya Antakyayê jî bi daxuyaneyeke ve bal kişand li ser şîdeta li ser jinan. Gelek jin beşdarî daxuyaniya li cadeya Sarayê hate dayîn bûn. Li ser navê jinan Hulya Kadi axivî û hersê xwîşkên ku li Komara Domînîkê ji aliyê dîktatoriyê ve hatin qetilkirin bi bîr xist û got ku hemane ferasetê li Parîsê sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez qetil kirin. Kadin destnîşan kir ku li Cizîr, Nisêbîn û Farqînê jinên ku ji bo jiyana azad li ber xwe didin bi hovane tên qetilkirin. Kadi wiha got: "îşkence li bedena Ekîn Wan hate kirin. Piştre jî di medyaya civakî de hate teşhîrkirin. Li Nisêbînê Selamet Yeşîlmen li ber mala xwe hate qetilkirin. Li Sûriyeyê gelek jin ên ku hejmara wan nayê zanîn hatin qetilkirin. Li bazaran hatin firotin."

ANTALYA

Parêzerên Endamên Lijneya Mafê Jinan a Baroya Antalyayê, li ber Baroya Antalyayê daxuyanî dan. Li ser navê parêzerên jin Gamze Okte Kiliçkan axivî û qala dîroka 25'ê Mijdarê kir. Kiliçkan anî ziman ku şîdeta li dijî jinan binpêkirina mafê mirovan e. Kiliçkan pêkneanîna madeyên Peymana Stenbolê û Danezana Pêşîlêgirtina Şîdeta li Hemberî Jinan a Neteweyên Yekbûyî rexne kir û got ku ev nêzîkatî dê ji cudatiyan re rê veke. Kiliçkan bilêv kir ku qanûna ku di raya giştî de wekî "Qanûna Ozgecan" tê zanîn bi ferseta suc dadixin asta şexs hatine amadekirin û ev ne serkeftinek ketina nava şaşîtiyê ye û dê şîdeta heyî zêde bike. Kiliçkan got ku divê Plana Çalakiya Neteweyî ya ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinan hatiye amadekirin bi polîtîkayeke dewletê ve derbasî meriyetê bê kirin, Xeta Şîdetê ya Alo ku dewletê bi Peymana Stenbolê ve soza pêkanînê da, stargehênj inan, navendên krîzê yê şîdeta zayendî di demeke kin bê pratîzekirin.

Piştî daxuyaniyê parezerên jin bi hevre pêşangeha şîdetê ya Lijneya Jinê geriyan.

AGIRÎ

Li Agiriyê pêkhateyên Kongreya Jinên Azad (KJA) meşek li dar xist û daxuyanî da. Meş ji ber avahiya navenda kar a şaredariyê dest pê kir û heya ber avahiya Telekolêmê berdewam kir. Di meşê de jinên ku li stuyên xwe stûpêçên mor pêçandibûn dovîzên ku şîddeta li hember jinan vedibêje vekirin. Di meşê de polîsan serê hemû kolanan bi maşîneyên zirxî girtin û xwestin meşê asteng bikin. Ji ligel astengiya polîsan meşiyan û di meşê de bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" li erbaneyan dan.

Ligel gelek jinan, Parlementera Wanê Tugba Hezer, Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubilay, Hevşaredara Giyadînê Xezal Aras û endamên Meclisa Jinana a KESK'ê beşdarî meşê bûn. Her wiha gelek zilam jî ji bo piştgiriyê di meşê de amade bûn.

Li ber avahiya Telekomê jinan rê ji trafîkê re girtin û daxuyanî dan. Li ser navê jinan xwendekar Fatma Şahîn axivî û diyar kir ku ew ji mirina ku herî nêzîkê wan e natirsin û ji bo mafên xwe dê her tim têbikoşin. Şahîn jinên ku di dema desthilatdariya AKP'ê de hatin qetilkirin bibîrxist û got ku divê her jin li hember vê birdoziyê di qadan de xweparastinê pêş bixe.

Piştre parlementer Hezar li ser dîroka rizgariya jinên bindest kir û di axaftina xwe de helwesta polîsan şermezar kir.

Çalakiya jinan piştî axaftinan bi dirûşm û çepikan bi dawî bû. Jin bi hev re ji bo temaşekirina sînevîzyona ku behsa şîddeta li hember jinan dike derbasî Navenda Çanda Semayê bûn.

COLEMÊRG

Li navçeya Gever a Colemêrgê, bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) bi slogana "Desthilatdariya Zilam bîrdoziye parstin maf e" meş hate lidarxistin. Jin li serê dûryana girtîgeha berê kom bûn û di nav de Hevşaredara Geverê Adîle Kozay, aktîvîstên KJA’yê û sedan jin heta Otela Osloyê meşiyan li vir jî wegeriyan li cihê girtîgeha berê daxuyanî dan çapemeniyê. Di meşê de jinan pankartên "Destê xwe nede bedena min", "Em hemû Sakîne ne" û dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî berxwedana jinan" hatin berzkirin. Dest pêkê li serê dûryanê rê jinan lîstika “Lorîna xwêdawendan" lîstin 10 deqeyan govend girtin û dest bi meşê kirin.

Piştî ku jin gihiştin cihê girtîgeha berê li ser navê jinan Hevseroka Meclîsa Gel a Geverê Nasîfe Evîn daxuyanî xwand û diyar kir ku ev şîdeta li ser jinan di sala 1960’an pey her sê xwîşkên Mîrebel dest pê kir û xwîşkên Mîrebel li dijî faşîzma dîkdatoriyê li ber xwe dan. Evîn da zanîn ku jin tu caran teslîmî dîktaroran nebû ye yek jî jinên rojava ne, tekoşîna jinê îro li hemû Rojhelata Navîn belav bûye û jin li hemberî zilm û zordariyê têkoşe. Evîn got ku hemû cihan dizanin ku di dîrokê heya niha jin li hemberî bîrdoziya zilam li ber xwe dide.

Çalakiya jinan bi govendê bi dawî bû.