Jin biryarê nasnakin: Em hemû Fîgen in!

Jinan diyar kirin ku wê biryara betalkirina parlemeteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag nasnakin. Jinan gotin: “Em hemû Fîgen in”, peyama heta dawiyê wê xwedî li Fîgenê derbikevin dan.

Rêxistinên jinan ên ku di pêşengtiya HDP’ê û HDK’ê de kom bûn, bi daxuyaniya çapemeniyê ya li Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê betalkirina parlemeteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag protesto kirin. Di salona civînê de pankarta “Em biryarê nas nakin, jin xwedî li vîna xwe derdikevin, em hemû Fîgen in” hate daliqandin.

Di civînê de destpêkê Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr axivî û diyar kir ku ev vê biryarê nasnakin. Demîr diyar kir ku Yuksekdag ne tenê HDP’ê, temsîla têkoşîna azadiya jinê dike, wê ev bêhiqûqî wê bi serê wan ve biteqe.

KOÇYÎGÎT: WÊ HESABÊ WAN Ê 16’Ê NÎSANÊ NEGIRE

Hevberdevak HDK’ê Gulîstan Koçyigît axivî û diyar kir ku bi betalkirina parlemeteriya Yuksekdag a li Meclîsê darbeya duyemîn bû, 4’ê Mijarê bidarbeya yekem gelek parlemeterê me yên HDP’ê hatin girtin. Koçyigît wiha got: “Hewldana darbeya 15’ê Tîmehê hikûmetê ev kir hincet û darbeya sivlî dan destpê kirin, îro li tevahî welat darbeyê dikin. Bi betalkirina parlemeteriya Yuksekdag repêngava desthilata siyasî ya duyemîn destpê kir. Em vê pêngavê nasnakin. Ev berjengê parlemeteriyê Birêz Figen Yuksekdag ji gel girt enceq gel dikare vê yekê bike.

Koçyigît destnîşan kir ku ev pêk anîn parçeyek ji pêvajoya refernadûmê ye û got: “Wê hesabê we pêk neyê. Weke 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê wê 16’ê Nîsanê jî hûnê winda bikin. Hemû hewldanên we wê vala derbikeve.”

ÇELEBÎ: DI KESAYETA YUKSEKDAG DE HEMÛ JIN TÊN DAREZANDIN

Berdeva Meclîsa Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî , diyar kir ku di aliyê jinan de betalkirina parlemeteriya Yuksekdag ti hikmê xwe nîne. Çelebî bibîr xist ku Yuksekdag bi dengê 6 milyon mirovan weke parlemeter hatiye hilbijartin û got: “Yuksekdag di tevahî jiyana xwe de li dijî serweriya mêr û dewletê şer kiriye. Îro di keseyeta Yuksekdag dehemû jin tê darezandin. Dixwazin jina deveyî meclîsê bihêlin. Ji hêzêku em ji kolanan digirin li navenda siyasetê me cih girt. Ev êrîş ne ya destpêkê ye û wê ne ya dawî jî be,dixwazin bi van êrîşan vîna jinê bişkînin lê nikarin.”

KÛMÛZ: BÊ HIQÛQIYE!

Li ser navê jinên Partiya Kekdê Şenay Kûmûzjî wiha got: “Em kiryarên tên kirin operasyonên şikandinê ne li dijî HDP’ê tên kirin. Em li vir careke din baş dibînin di pêvajoya ber bi referandûmê ve diçin durûtiya siyaseta AKP’ê dibînin. Di vê pêvajoyê de her tiştî dikin ku ji bo xwe cih peyda bikin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Biryara di derbarê Yuksekdag de hatiye girtin biryarekî bêhiqûqiye. Em ê piştgiriya hev bikin.”

TJA: EM Ê LI KOLANAN BIN

Li ser navê TJA’yê jî Perî Adali axivî û wiha got: “Em sîstema ku dixwazin bi darbeyan xwe li ser lingan bigirin û êrîşên ku îro dixwazin bikin qebûl nakin. Êrîşê ku bedena jinê tehşîr dikin, cenazeyê dayîka Tebet li kolanê hêlan, îro jî dixwazin vîna Fîgen Yuksekdag teslîm bigirin. Divê em bi dirûşma bilindkirina têkoşîna jinê û dubare dakevin qadan û em ê qezeç bikin dakeivn kolanan.”

‘ME 7’Ê HEZÎRANÊ QEZENÇ KIR, EM Ê DÎSA QEZENÇ BIKIN’

Berdevka DKH’ê Dilşad Canbaz wiha got: “Em jî vê biryarê nasnakin. Em hişmendiya AKPê ya zayendperestî û dijî jinê dizanin. Bi windakirina hilbijartina 7’ê Hezîranê veêrîş dikin. Vîna jinê dizanin, hêzê me dizane û ji bo wê êrîş dike. Em bang li jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin.”

Ji Ehp’ê jî FîdanAtaselelmî jî diyar ku wê ji referandûmê re bêjin ‘NA’. Ji DBPê Turkan Esenjî wiha got: “Me ew di hilbijartina 7’ê Hezîranê de li erdê xistibûn. Pêşengtiya wê jinan kiribû û têkoşîn bi ser xistibû. Dewlet ev 90 sal in bi polîtîkayên şer êrîşî jinan dike. Em bi ti awayî vê biryarê nasnakin.

Endamên SODAP, jinên PArtiya Keskan û Çep Wê Bên û Jinên Demokratîk ên Nû mafê axaftinê girtin û diyarkirin ku ti hikmê biryarê nîne, em ê vê bêhiqûqiyê di 8’ê Adarê deli kolanan qîr bikin.