Ji KJA'yê beriya komxebatê daxuyanî

KJA’yê diyar kir ku di vê astê de li desthilatdariya dewletê ferzkirin û naskirina azadiya jinê, muxatabgirtin û çareseriya pirsgirêkan, wek peywireke lezgîn li pêş wan sekiniye.

KJA’yê têkildarî ‘komxebata azadiya jinê’ ya di 9-10’ê Gulanê de  pêk tê daxuyaniyek da û got: “Di vê astê de li desthilatdariya dewletê ferzkirin,  naskirina azadiya jinê, muxatabgirtin û çareseriya pirsgirêkan, wek peywireke lezgîn li pêş me sekiniye.”
Kongreya Jinan a Azad têkildarî komxebatê li Stenbolê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Daxuyanî ji aliyê endama Heyeta Îmraliyê û Koordînasyona KJA’yê Ceylan Bagriyanik, parlamentera Stenbolê û hevberdevka HDK’ê Sehabat Tuncel û namzeta HDP’ê ya Stenbolê Ayşe Berktay hat dayîn.

Gulîstan Taşkiran daxuyanî xwend û bal kişand ser  provokasyona Agiriyê, êrîşên li hember avahiyên HDP’ê, Pakêta Ewlehiya Hundir û got ku polîtîkaya neçareseriyê li ber têkçûnê ye û wiha got: “Geşedanên ku hefteya buhrî me jiyane, lezgîniya xwedîderketina li pêvajoya çareseriyê careke din daniye holê.

PEYWIR DIKEVE SER MILÊ HEMÛ KESÎ

Taşkiran got ku dem dema xwedîderketina li pêvajoya çareseriyê ye û wiha got: “Ji bo pêvajo baş bimeşe û aştiya mayînde pêk bê, divê hemû kes berpirsyariya xwe bîne cih.” Taşkiran bang li hemû aliyan kir ku îradeya xwe ya demokratîkbûn û aştiyê deyne holê û bal kişand ser berpirsyariyên jinan.

Taşkiran wiha pê de çû: “Jin ji aliyê desthilatdariyê ve ji pêvajoya muzakereyê hatin derxistin. Di vê astê de li desthilatdariya dewletê ferzkirin, naskirina azadiya jinê, muxatabgirtin û  çareseriya pirsgirêkan, wek peywireke lezgîn li pêş me sekiniye. Pirsgirêka jinan pirsgirêka azadiyê ye. Ev têkoşîna jiyan û azadkirina civakê ye. Ji bo aştiyeke mayînde û adîlane, tevlîbûneke wekhev a pêvajoya muzakereyê şerte. Aştiyeke ne bi dilê jinê ya ji pirsgirêkên wan re nabe çareserî ne aştiyeke adîlaneye. Peywira li pêşiya me ev e ku em pêvajoya çareseriyê û aştiyê di eniya jinan de civakî bikin û muzakere û têkoşînê bikin yek.”

Taşkiran têkildarî komxebata ku wê di 9-10’ê Gulanê de li Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê pêk bê de, agahî dan.

Li gor vê wê 160 beşdar bibin û di bin sernavên ‘Vegotina pirsgirêka azadiya jinê, azadiya jinê bigihînin ewleehiya qanûnî, wekheviya pergalê û beşdarbûna rêxistinkirî, di malbatê de wekhev û pirsgirêka azadiyê’ wê pêk bên.

Di civînê de Bagriyanik jî axivî û got ku pêvajoya aştiyê di asteke krîtîk de ye û daxuyaniya heyetê ya hefteya buhrî bibîr xist. 

Sebahat Tuncel jî axaftinek kir û diyar kir ku beşdarbûna jinan, di alî civakîbûna aştiyê de girîng e.