BI DÎMEN

Ji bo Fransa bang: Rastiyan derxînin holê

Kurdistaniyan vê hefteyê jî ji bo 3'ê jinên şoreşger ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin bang li berpirsên Fransa kir ku 'rastiyan derxin holê'.

 

Li Paytexta Fransa Parîsê ku di 9'ê Çileya 2013'an de yek ji Damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetikirin û her roja Çarşemê bi daxwaza derxistina berpirsan, îro jî çalakiya adaletê hat lidarxistin.

Kurdistaniyan bi tevlîbûna Endamên SKB û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer, ber bi avahiya Borûya Enformasyon a Kurdistanê ku her 3'ê jinên şoreşger lê hatibûn qetilkirin ve meşiyan.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên 'Em adaletê dixwazin', 'Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne' hatin berzkirin.

Li ber avahiya Borûya Enformasyon a Kurdistanê ji bo 3'ê jinên şoreşger ku hatibûn qetilkirin deqeyek rêzgirtin hat girtin. Çalakgeran bang li edaleta Fransa kir ku rastiyan derbixînin holê û çalakiya xwe ya vê hefteyê bi dawî kirin.