'Ji bo berpirsiyartiya aştî û demokrasiyê em amade ne'

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di civîna çapameniyê ya li Navenda Giştî ya HDP’ê de got; “Ji bo berpirsiyartiya aştî û demokrasiyê em amade ne.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag piştî civîna Meclîsa Jinê ya HDP’ê civînek çapemeniyê li dar xist.

Yuksekdag got, “Di civîna me ya Meclîsa Jinê de ku me îro li dar xist, jinan destnîşan kirin ku li dijî darbeyên leşkerî û sivîl tercîhek demokratîk jî  heye” û eşkere kir ku li dijî darbeyên qada leşkerî û Qesrê wek jin îradeya xwe ya demokratîk danîne holê.

Yuksekdag bi bîr xist ku li dijî darbeyan azadiyan diparêzin, wiha pê de çû: “Li dijî rejîma darbeyê wek rêgeza esas a parastina azadiyan têkoşîna li kolanan e. Li dijî hewldana darbeyê ev tiştên ku rejîma Qesrê dike ti ferqa xwe ji darbeyê nîne. Beriya niha tevahî qadên azadiyê hatin qedexekirin. Niha jî dixwazin em teslîmî rejîma OHAL’ê bibin. Em bi xespkirina mafên demokratîk ên hatine bidestxistin re hevrû bûne. Em ê nehêlin darbeker qadên me yên jiyanê bidizin, lê em ê her wiha nehêlin ev sepanîn di bin navê dijbertiya darbeyê bi navê OHAL’ê pêk tên jî azadiyên me sînordar bikin. Eger jin di malan de nehatibûna mehkûmkirin, wê îro leşker ji leşkergehan derneketibana. Wê balafirên şer li Enqere, Stenbolê nefirîbana û Meclîs bombe nekiribana. Tiştê girîng hevrûbûna çavkaniya darbeyan e. Eger jin di malê de hatibin hepskirin, tevahî qadên jiyanê hatibin tengkirin, jixwe wê hiqûqa darbeyê baxive. Em dibêjin, divê kul i dijî vê rejîma darbeyê gotina jinan derkeve pêş. Em ne mecbûr in ku ji ti esasê darbeyan destûrê bigirin. Yên kolan ji komên lîncê re hiştine, pêwîst e îro îradeya jinê ya li kolanan bibînin. Ji bo avakirina demokrasiya rast, em wek jin wezîfeya herî çalak li xwe digirin. Êdî em ê wek jin, li dijî darbeyan ji bo azadiya xwe em ê hê bêtir li kolanan bin.”

Yuksekdag destnîşan kir ku tevahî darbe berê xwe didin jinan, di dirêjiya axaftina xwe de got, rejîma leşkerî mafên jinan ên hatine bidestxistin kirine hedef, di bin navê “li dijî darbeyê têdikoşin” li kolanan komên lîncê digerin û jinên dibînin dikin hedef.

‘DU MIFTEYÊN PÊŞÎ LI DEMOKRASIYÊ VEDIKIN; ÎMRALI Û ÎRADEYA JINÊ’

Yuksekdag got, “Em difikirin ku ji bo bandorên darbeyek din a Qesrê ku rê li darbeyê vekiriye ji holê rakin, xetek demokratîk serbixwe deynin holê. Li ser têkoşîna edaletê ya li dijî darbeyê jî em ê wek jin cihê xwe bigirin” û wiha pê de çû: “Esas sedema ku mekanîka darbeyê wiha bêperwa dixebite jî nevegera maseya çareseriyê ye. Heta ev israr bidome, ev dînamîka darbeyê nasekine. Banga me zelal e; Pêwîst e vegerîn li pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê çêbibe. Divê tecrîda li ser Rêzdar Ocalan bê rakirin. Ev bingehê şer bi xwe rê li darbeyê vekiriye. Domandina tecrîdê, provakasyonek li dijî demokrasiya Tirkiyeyê. Yên darbeyê, di bin navê çareseriyê de OHAL’ê ferz dikin; pêşî li îradeya jinê û hêza çareseriyê vekin. Em wek Meclîsa Jinê ya HDP’ê em amade ne ku berpirsiyartiya çûyina Îmraliyê û pêşî li aştiyê vekirinê li xwe bigirin. Divê deriyê çûyina Îmraliyê vê vekirin. Du mifteyên pêşî li demokrasiyê vedikin hene; yek jê Îmrali ya din îradeya jinê ye.

 ‘EM Ê KOLANAN RADESTÎ DARBEKARAN NEKIN’

Banga me li jinan e. Li dijî yên hewl didin kolanan li me teng bikin, darbeyê bikin, şer derdixin, desthilatdariya zilam serwer, kolan ê me ne. Heta niha me kolan radestî ti darbekaran nekir, niha û şûn de jî nakin. Li dijî yên hewl didin me bi tirsê teslîm bigirin, her kî dibe bila bibe em wêrektiyê li xwe bigirin. Cesareta jinan jehrkuja tevahî xirabiyan e. Em demokrasiyê li kolanan mezin bikin.”