Feb 23, 2017

Hozat: Hevala Sara û hevrêyên wê cara duyemîn hatin kuştin

Hozat: Komkujî li pêş çavên Fransayê hat kirin. Nêzîkatî û biryarên piştî vê komkujiyê nîşandan, komkujiya duyemîn a Parîsê ye. Careke din hevala Sara û hevrêyên wê kuştin.

Monday, January 9, 2017 8:26 AM
BEHDÎNAN / ANF - SARA TOLHILDAN

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê di bernameyeke taybet a Stêrk TV de, bûyerên siyasî yên dema komkujiya Parîsê ku kete sala 4’an, di serî de dewleta Tirk, rola hêzên navdewletî yên di vê komkujiyê de û têkildarî mirina kiryarê komkujiyê Omer Guney bersiva pirsan da.

Armanca komkujiyê çi bû û di heman demê de bûyerên siyasî yên sala 2013’an yên dema ku komkujî çêbûyî, di pêkhatina komkujiyê de xwedî roleke çawa bûn?

Komkujî 2013’an pêk hat. Di vê demê de Hikûmeta AKP’ê bi Rêbertiya me re dest bi hevdîtinan kiribû. Ji nû diyalogên bi Imraliyê re dest pê kiribûn. 2011-2012’an şerekî giran çêbûbû. Berxwedana zindanê, şerê şoreşgerî yê gel dest pê kiribû. Dİ heman demê de şoreşa Rojava dest pê kiribû. Li Sûriyê şerê navxweyî hebû. Herêm bi giştî tevlîhev bû. Şerê dinyayê yê sêyemîn li herêmê kûr bûbû. Vê bandor li  ser rewşa Tirkiyê jî kiribû. Li Tirkiyê jî sîstem û siyaset di nav krîzeke giran de bû. Hikûmeta AKP’ê jî tengezar dibû. Li hundir û derve di siyasetê de xitimî bû, têk çûbû. Li pêşberî berxwedana Gerîla, gel û berxwedana zindana neçar mabû. AKP ji neçarî bi Rêbertî re dest bi hevdîtinan kir. Di nav hedefên wan de çareserkirina arîşeya Kurd nebû. Lê li pêşberî rewşa berdest xitimîbû û tengezar dibû, asê bûbû. Di heman demê de bi Cimeta Gulen re nakokiyên wan ên desthilatdariyê çêbûbûn. Wek ku tê zanîn a ku Cimeta Gulen di nav dewletê de xurt kirî Hİkûmeta AKP’ê bû.

Ji ber sedema derzên di navbera hevalbendiya AKP’ê û Gulen de, hikûmeta AKP’ê tenê ma. Dixwest polîtîkaya xwe ya dijî Kurdan nerm bike û bi vî awayî dixwest ku xwe ji krîzê xilas bike. Dixwest bêhtir di nav dewletê de bi cih bibe û nedixwest kontrolê ji dest bide. Weke amadekariya hilbijartinên li Tirkiyê dixwest diyalogê pêk bîne û rewşa heyî ya bi Kurdan re nerm bike. Di wê serdemê de ku diyalog çêbû, destê tevgera me pir xurt bû. Neçar ma û çû xwe avête ber lingê Rêber Apo. Gerîla derbên giran li wan xistibû. Artêşa Tirk nema dikarî li Kurdistanê tevbigere. Geşedanên li Tİrkiyê hikûmeta AKP’ê neçar hiştibû û şaşamaşo kiribû. Şoreşa Rojava çêdibû û nedizanî bê ka li dijî vê çi bike. Bi vê wateyê hem tevger pir xurt bû û hem jî HDP’ê siyaseta demokratîk geş dikir. Pozîsyona Rêbertî pir xurt bû. Hedefa AKP’ê ew bû ku Tevgera PKK’ê qels bike. Hikûmeta AKP’ê li gor xwe, ji bo ku rewşa heyî ya Rêbertî û Tevgerê qels bike tişta jê dihate texsîr nedikir.

Ji bo vê jî li Parîsê komkujî çêbû. Ji komkujiya Parîsê armanc  ew bû ku derbekê li PKK’ê bixin, Rêbertî qels bikin û bandorê li ser bikin. AKP’ê dixwest ku daxwazên xwe bide qebûlkirin û a rast radest bigire. Ji bo vê jî AKP’ê di komkuijya Parîsê de cihê xwe girt. Komkujiya Parîsê bi fermana Erdogan pêk hat. Komkujiya Parîsê MÎT’ê kir. Serokê MÎT’ê, aqilmendê Erdogan Hakan Fîdan e. Ango ‘’qotiya tarî’’ ya Erdogan e. Hemû razên AKP’ê û Erdogan bi wî re ne. Erdogan bi xwe jî li xwe mikur hat ku haziriyên komkujiyê hene. Bi gotina, ‘’Sakîne Cansiz ev du meh in tê şopandin û di bin kontrolê de bû’’ cihê xwe yê di nav komkujiyê de deşîfre kir. Belgeyên vê jî hene. Û ev rewş derketiye holê. Di lêpirsîneke dewleta Fransayê de, hevkariya MÎT’ê derkete holê. Cimeat jî di nav vê komkujiyê de bû. Di heman demê de Elmanya, Fransa û bi îxtîmaleke mezin Hollanda jî destek dane MÎT’ê. Diyar e ku hêzên navdewletî di vê komkujiyê de cih girtine. Ji bo vê jî komkujiya Parîsê berdewama komploya navdewletî ye ku 98-99’an dest pê kiribû. Sedema ku dixwazin ser komployê bigirin jî ev e. Di wê demê de ji ber ku Kurd li Rojhilata Navîn dibûne hêza pêşeng û destkeftiyên tevgerê bû sedem ku MÎT di nav vê komployê de cih bigire. AKP bi mebesta ku PKK’ê qels bike û daxwazên xwe pê bide qebûlkirin zemîn hazir dikir û dixwest ku bi PKK’ê çekan bide berdan û bê vîn bike. Bêyî ku ti heq û hiqûqê Kurdan nas bike, radestbûneke bê şert û merc dixwest.

Di ser komkujiyê re 4 sal derbas bûn. Hûn weke Tevgera Azadiyê pêvajoya lêpirsîn û darizandinê ya bi mebesta ku kiryarên komkujiyê derxînin holê, çawa dinirxînin?

Eger dewleta Fransa kêferat bikira, li ber çavê dinyayê gelek tişt wê zelal bibûna. Li Fransayê ev 3 sal bûn lêpirsînek hebû. Û derkete holê ku Omer Guney ve komkujî kir. Omer Guney kî ye? Omer Guney sîxûrê MÎT’ê ye û ev zelal e. Axaftinên bi hêmanên MÎT’ê re yên ku beriya komkujiyê, bi telefonê kirin bi belgeyan li ber destan e. MÎT’ê ev kes weke sîxûrekî di nav tevgera me de bi cih kir, heval Sara da şopandin û heta ku ev komkujî pêk anî jî ev da berdewamkirin. Fransayê ev zelal kir. Hemû çavdêriyên komkujiyê destê xwe bi MÎT’ê ve dikin. Lê   beşek ji îstîxbarata derve alîkarî bi MÎT’ê re kir. Fransayê ev zelal nekir. Dadgerekî ku di lêpirsîna komkujiyê de cih digirt, gotibû rewşa tendiristiyê ya Omer Guney ne giran e. Gotibû ew dikare derkeve dadgehê û tendiristiya wî nabe asteng. Ê ku ev gotî dadgerekî Fransayê bû lê dewleta Fransayê guh nedayê. Ji bo vê jî heta niha ev lêpirsîn bi rengekî baş pêş neket. Her çendî rola MÎT’ê û AKP’ê ya di vê komkujiyê de bi zelalî derketibe holê jî, ti geşedan çênebû û tê xwestin ku ser komkujiyê bigirin. Ji destpêkê ve rewşa tendiristiyê ya Omer Guney kirin rojev lê rewşeke wiha nebû. 23’ê Çile ya 2017’an dozek hebû ku diviya bihatana dîtin. Lê Omer Guney 7’ê Mijdarê hate kuştin. Omer Guney nemir, hate kuştin.

Hûn vê mirinê çawa şîrove dikin? Têkiliyeke çawa ya mirina Omer Guney bi MÎT’ê re û di heman demê de bi agahiyên veşartî û kitekitan re heye?

Ya diyar bûyî ev e ku di navbera dewleta Tirk û Fransayê de lihevkirinek heye. Di bin vê mirinê de ku di encama bazarekê de derketiye holê, bi du alî hevtêrkirin heye. Sedemek jê ew e ku dewleta Fransa dixwaze rola xwe veşêre. Rola Elmanya jî heye û di beşekî komkujiyê de cih digire. Ev dewlet jî naxwaze deşîfre bibe. Ango lingê hêzên tarî yê navdewletî, lingê gladîo yê Ewropa dixwaze ser vê komkujiyê bigire. Li hêla din jî hikûmeta AKP’ê jî di nav vê komkujiyê de xwedî cihekî ye.

A rast helwesta berdest a van hêzan em dikarin weke desteke ji bo AKP’ê bi nav bikin. Ev nayê qebûlkirin. AKP’ê komkujiyek pêk anî. Fransa helwesteke wiha nîşan dide ku destekê dide vê hişmendiya AKP’ê ya ku sûcê şer û mirovahiyê kiriye û ji exlaqê bêpar ev komkujî kiriye û her wiha vê hişmendiyê diparêze jî. Divê were hişkerekirin bê ka AKP di ber vê de di encama bazarê de çi daye Fransayê. Divê ev were gotin. Girîng e bê ka Tirkiye çi daye Fransa. Divê Kurd û dostên wan vê bişopînin. Divê di tolhildana vî sûcê mirovahiyê de rikdar bin. Ev helwest heqereteke li Kurdan û komkujiya duyemîn e. Nêzîkatî û biryarên piştî komkujiyê ku li Fransa li ber çavan çêbû, komkujiya duyemîn a Parîsê ye. Heval Sara û hevrêyên wê careke din hatin kuştin. Gelê Kurd, jin, dostên wan, hêzên demokratîk ev biryar qebûl nekirin û divê qebûl nekin jî. Di sê salên bihurî de li Kurdistanê û Ewropayê berxwedanên bêhempa çêbûn. 2017’an wê hesabê vê komkujiyê were pirsîn. Ewropa û dewleta Tirk wê hesabê vê bide. Wê ji hikûmeta AKP’ê hesab were pirsîn. Di şexsê sê jinên şoreşger de komkujî li Kurdan kirin. Li Parîsê bi ser Kurdan de komkujî anîne û hesabê vê wê were pirsîn.

We komkujî û bûyerên piştî wê nirxandin. Sara di ber azadiyê de jiyana xwe tim bi têkoşînê jiyaye. Îro di xeta azadiya jinê de têkoşîna Wê çawa rû dide?

Di şexsê heval Sara de xeta azadiya jinê mezin bû û geş bû. Têkoşîna heval Sara li herêmê û dinyayê bandorê li jinan dike. Di geşedana tevgera jinê de rola wê pir mezin e. Berxwedana heval Sara, têkoşîna wê, tevgera jinê veguherandiye, guherandiye û gelek tişt bi dest ve anîne. Bû xwedî têkoşîneke wiha ku ji sînorên Kurdistanê derbas bû û dinyayê deng veda. Ya ku gelê Kurd, tevgera jinê bi dinyayê dayî nasîn, keda heval Sara bû. Têkoşîna tevgera jinê, bi şexsê heval Sara de berbiçav dibe û dibe xwedî nasname. Tevgera jinê wê lêgerîna azadiyê ya heval Sara, heza wê ya jiyanê ji xwe re mînak bigire û têkoşîna xwe bidomîne. W ê li dijî hişmendiya serwer a desthildarîxwaz şer bike û li dijî jina kevneşopî wê têkoşîn were dayin. Encex bi vî awayî mirov dikare bibe layiqî heval Sara. Wê di ber azadiya jinê, Kurdistanê de têkoşîn were dayin. Em di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de  soz didin hemû şehîdên şoreşê ku têkoşînê geş û gur bikin.

Ji bo beşên civakê yên ku têkoşîna azadiyê didin û ji bo ronîkirina komkujiyê li meydanan têdikoşin, tiştekî hûn dixwazin bibêjin heye?

Fransa û Tirkiye bi vê komkujiya xwe xwestine ku vîna jinan bişkînin û radest bigirin. Ji bo ku PKk’ê û gelê Kurd radest bigirin ev komkujî kirin. Lê gelê Kurd di 3 salên derbasbûyî de bersivên pir hêja dan. Têkoşîneke mezin dan. Em vê têkoşîna gelê xwe û jinan slav dikin. Piştî 3 salan îro dixwazin rola xwe veşêrin û ser komkujiyê binixumînin. Dewleta Tirk û Fransa dixwazin komkujî bidome. Dixwazin planên wan ên gemarî berdewam bikin. Gelê me ti carî wê vê qebûl neke. Bi pêşengiya jinan wê ev komkujî ronî bibe. Ev plana gemarî ku armanc kiriye jina azad ji holê rake deşîfre bûye. Bersiva herî mezin têkoşîn û berxwedan e. Bi teqezî wê hesabê vê komkujiyê were pirsîn. Jin divê bi hêza xwe û têkoşîna xwe bawer be. Hêzên komploger wê neçar bimînin ku hesabê vê bidin.