Hat xwestin ku polîsên îşkenceya zayendî li Şahîn kirine bên darizandin

Platforma Jinan a Edeneyê der barê polîsên ku îşkenceya zayendî ya ku di bin çavan de li Fîgen Şahîn kirin de gilî kirin û xwestin pêvajoya darazê bê destpêkirin.

Platforma Jinan a Edeneyê der barê polîsên ku îşkenceya zayendî ya ku di bin çavan de li Fîgen Şahîn kirin de gilî kirin û xwestin pêvajoya darazê bê destpêkirin.

Platforma Jinan a Edeneyê der barê polîsên ku îşkenceya zayendî ya ku di bin çavan de li Fîgen Şahîn kirin û bi gefa wê wêneyên wê bikişînin û medyaya civakî de parve bikin lê xwarin, ji bo gilî bikin li ber Edliyeya Edeneyê hatin cem hev. Hevparên Platformê û parlamenterên HDP'ê Çîlem Oz û Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu jî piştgirî dan daxuyaniyê. Jinan pankarta "Şîdeta dewleta zilam didome. Tacîz û tecawiza di bin çavan de bila bi dawî bibe vekirin û dirûşmên "Jin şer naxwazin" "Wê dewleta tecawizkar hesab bide" berz kirin.

Parêzer Sevîl Araci Bek daxuyanî da û diyar kir ku şîdet û taciza li dijî Şahîn li hemberî têkoşîna azadiyê ku jin didin e. Bek destnîşan kir ku divê polîsên ku îşkence dikin divê ji kar bên dûrxistin û der barê polîsan de pêvajoya darazê bê destpêkirin.

Parêzera Şahîn, Beyhan Gunyelî jî got ku ew li girtîgehê bi Şahîn re hevdîtin pêk aniye û Şahîn bi kursiya bi teker hatiye hevdîtinê, îşkenceya li wî kirine gelek girane û ev qasî ku bandora fizîkî li ser Şahîn kiriye ewqas jî bandora psîkolojîk kiriye.

Piştî axaftinan parêzerên ÇHD'ê der barê polîsên ku îşkence li Şahîn kirine de li Serdozgeriya Komarê gilî kirin.