BI DÎMEN

Dikandarên jin ên li Edeneyê wê ji bo siberojeke wekhev bêjin 'NA'

Dikandarên jin ên li Edeneyê destnîşan kirin, ku ji bo siberojeke azad û wekhev ew ê dengê 'NA' bidin.

Esnafên bi navê Sabriye Demîr, Şukran Başçi û Gulten Kahvecîoglû yên li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan a Edeneyê gotin, ew ê ji bo siberojeke azad, wekhev û aştiyane bêjin 'NA' û bang li her kesî kirin, ku dengê 'NA' bidin.

'JI BO JIYANEKE WEKHEV EM DIBÊJIN 'NA'

Sabriye Demîr ku dikaneke wê heye, diyar kir ku ew bi salan e esnaf e, lê di salên dawî de karê wan gihîştiye radeya tinebûnê. Demîr bal kişand ser krîza aboriyê û anî ziman, desthliatdarî hewl dide bi zext û zordariyê vê krîzê binixumîne. Demîr destnîşan kir, yek ji sedemên ku di referandûmê de dengê 'NA' bidin, ev e.

Sabriye Demîr ragihand, welatî di mijara dengê 'Erê' yan jî 'NA' de xwedî agahiyeke têrker nînin û destnîşan kir, her kesên ku li rewşê dipirsin, dibînin ku eger bêjin 'erê' ev yek wê felaket be. Demîr bibîr xist, ku ji ber esnaf e têkiliyê bi hemû beşên civakê re datîne û got, "Hemû mirovên em bi wan re daxivin dibêjin wê bêjin 'NA'. Beşeke girîng a civakê, dîkta şexsekî qebûl nake."

Demîr got, "Em jî weke jinên kedkar, jinên hilberîner ji bo wekheviyê dibêjin 'NA'" û bang li hemû jinan kir ku dengê 'NA' bidin.

'JI BO DAWÎ LI TIRSÊ WERE ANÎN DIBÊJIM NA'

Şukran Başçi, ku dikaneke wê ya biçûk a ku eşyayên malan lê tê firotin heye, wiha dibêje: "Rewşa dikana me nebaş e. Aborî têk çûye, mirov nikarin tiştekî bikirin û bifiroşin. Hem ji bo aboriyê, hem jî ji bo aştiyê û derxistina tirsê ji dilê mirovan, em ê bêjin NA."

Başçi anî ziman, li gelemperiya welêt zexteke giran li mirovan tê kirin, bi hezaran hatine girtin û got, "Ji bo mirov neyên girtin, dikan neyên girtin, mirov îşkenceyê nebînin û netirsin, ez ê bêjim NA."

Başçi bang li jina kir, ku ji bo siberojeke azad û aştiyane dengê NA bidin.

'JI BO JINÊN HATINE KUŞTIN, EZ DIBÊJIM NA'

Gulten Kahvecîoglû ku dikana wê ya firotina fêkî û zebze heye, destnîşan kir ku ew ê ji ber zilma li gelê Kurd hatiye kirin, ji bo bajarên hatine şewitandin û jinên Kurd ên hatine kuştin bêje NA. Kahvecîoglû diyar kir, li dijî zext û zordariya li gelê Kurd û hemû gelan, ji bo welat nekeve nava felkaetê, ew ê bêje NA û got, "Ji bo Rêberê me Ocalan, ji bo Hevserokê me Demîrtaş ê hate girtin dibêjim NA, NA, NA. Divê hemû mirovên me bi zelalî bêjin NA."