Dayikên Şemiyê aqûbeta Ahmet Şen pirsîn

Dayikên Şemiyê cara 601’ê li hev kom bûn û li aqûbeta nas û xizmên xwe pirsîn ku bi destê dewleta Tirk hatine nebedîkirin û girtina TV’yên Kurd şermezar kirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 601. de li hev kom bûn û li aqûbeta kesên ku hatine nebedîkirin pirsîn. Vê hefteyê li aqûbeta welatiyê bi navê Ahmet Şen ê 80 salî ku di cotmeha 1994'an de hatibû nebedîkirin pirsîn û bertek li dijî girtina TV û radyoyan hat dayîn.

Çalakiya heftane ya Dayikên Şemiyê ya ji bo yên nebedîbûyî bên dîtin û li kiryarên wan pirs bikin wek her carê di hefteya 601. de li Qada Galatasaray berdewam kir. Di çalakiyê de gelek xizmên windayan, rêveberên ÎHD'ê ya Stenbolê û gelek kes amade bûn û Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û hûnermend Ferhat Tunç jî pişgiriya dayikan kirin. Li Qadê pankarta "Kiryar diyar in, ên nebedî li kû ne" hat vekirin û qurnefîlan li ser pankartê rêz kirin. Her wiha wêneyên kesên hatine nebedîkirin jî hatin hildan. Vê hefteyê çîroka kesên nebedîbûyî û li aqûbeta welatiyê bi navê Ahmet Şen ê di cotmeha 1994'an de hatibû nebedîkirin  pirsîn.

Di çalakiyê de ewil hevjîna  Fehîm Tosun ê ku hatibû nebedîkirin , Hanim Tosun axivî û balk kişand ser girtina televîzyon û radyoyên muxalîf û wiha got: "Gelek çapemeniya ku dengê me li cîhanê belav dike heye. Hûn vî welatî bi ku ve dibin? Hûn qala çapemeniya azad dikin lê ka çapemeniya azad." Êrîşên li dijî çapemeniya kurd û muxalîf rexne kir û wiha got: "Tu kes nikare dengê Dayikên Şemiyê bibire."

Birayê Kenan Bîlgîn ê di binçavan de hat windakirin Îrfan Bîlgîn jî axivî û bal kişand ser girtina weşanên televîzyonan û wiha axivî: "Çima hûn ewqas ji çapemeniyê ditirsin? Ji ber ku rûyê we qirêj derdixe holê hûn jê ditirsin? Hûn çi dikin bikin dê rastî derbikevin holê." Bîlgîn "Tezkereya Irak û Suriyê" ya ku dê îro li Meclîsê bê dîtin jî nirxand û wiha got: "Bila tiliyên we ji bo şer bilind nebin. Bila tiliyên we ji bo li pêşiya şer bê rawestandin bilind bibin."

Piştî Bîlgîn, birayê Hayretîn Eren ê di bin çavan de hatibû nebedîkirin Faruk Eren jî axivî û berteka xwe ya êrîşên li dijî çapemeniyê wiha vegot: "Em ê nivîsandinê û derxistina rastiyan bidomînin. Em ê ji bo radyoyên hatin girtin li derve bibin deng. Ji bo televîzyon û rojnameyan jî nivîsandin em ê li ser dîwaran bidomînin. Em natirsin û em ê vê tariyê biqetînin."

Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî bang li parlementeran kir û wiha got: "Ne ji bo şer ji bo aşitiyê bixebitin."

Daxuyaniya çalakiyê ya vê hefteyê rêvebera ÎHD'a Stenbolê Evrîm Baykondu xwend. Baykondu diyar kir ku bi OHAL'ê re binpêkirina mafan derketiye asta herî jor û wiha got: "Em dirêjkirina Rewşa Awarte rewa nabînin. Desthilatdarî ji bo berjewendiyê xwe bikar tîne û dirêjdike." Baykondu çîroka Ahmet Şen ê 80 salî ku di cotmeha sala 1994'an de hat nebedîkirin  xwend û ev tişt got: "Di Rewşa Awarte  de li gundên navçeya Basanê zext û zordarî li ser welatiyan hebû. Malbata Ahmet Şen jî para xwe ji wan zextan girt. Mala wan bû hedefa topan. Ji ber zextan neçar man ku bikevin şikeftan lê li vir jî êrîş li ser dewam kir. Malbat ji ber van êrîşan neçar ma ku ji ser axa xwe koçber bike." Baykondu di berdewamiya axaftina xwe de serpêhatiya Ahmet Şen ê ku di cotmeha sala 1994'an de li gundê Bulmuşlar ê bi ser navçeya Basana Şirnexê ve hatibû nebedîkirin  xwend û got ku Şen ji aliyê leşker û cerdevanan xistine binçavan û carek din jê agahî nehatiye girtin.

Baykondu destnîşan kir ku ev bû 22 sal aqûbeta Şen tê nepenkirin û daxwaza edaletê ya ku ji dosyeyê berpirsyar ceza bigirin kir.