BI DÎMEN

Dayîkê Aşîtiyê yên Rojhilatê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Komek endamê Dayîkê Aşitiyê yên Rojhilatê Kurdistanê, li bajêrê Merîwan êrîşên artêşa dewleta Tirk a li dijî Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr şermezar kirin..

Du Dayikên  Aşitiyê yên ku zarokê wan di refên Tevgera Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane axivîn û gotin: “Gelo gelê Kurd çi li Erdogan kiriye? li dijî  gorisanê şenîdên me ewqas  êrîşê hovane pêk tîne.” 

Dayîkan anî ziman ku Çiyayê Qendîl roniya çavên gelê Kurd e. Yek jî dayîka şehîdan a xelkê Hewreman anî ziman ku êrîşên hikumeta AKP ê li dijî  nirxê hemû Kurdane. Bi tundî van êrîşan şermezar dike.  Di dewama axaftina xwe de wiha got: “ Şehîdên me ti car namirin.  Di dawiyê de Erdogan û dewleta Tirkiye wê li Kurdistanê winda bike.”

Dayikan di dawiyê de dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok  Apoé qîr kirin.