Bûldan: Wê hesab bidin!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî de axivî û diyar kir ku rojên yên polîtîkayên dijminiyê li Kurdan dikir hesab bidin nêzîkin û got: “Em ber bi fînalê ve diçin.”

Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ku ji aliyê Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê ve tê lidarxistin, li Eywana Konferansê ya Tesîsên Civakî û Mala Xwendekaran a Teoman Ozturk a TMMOB'ê destpê kir. Li eywanê pankartên bi Kurdî, Tirkî û Erebî yên mîna "Hevserokatî xeta me ya sor e" , "Jin, Jiyan Azadi" , "Parastina Rêveberiyên Herêmî yên Azadîxwaziya Jinê, Hilweşandina Pergala Qeyûm" hatin daleqandin.

Gelek jinên ku ji bajarên herêmê hatibûn tevlî konferansê bûn. Ji Komeleya Şopandina Koçê ya Mezopotamyayê Fatma Onkol, Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Sultan Yaray, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Hevberdevka Partiya Çepgir a Kesk Ayşe Erdem, ji SODAP'ê Sevtap Karahan, Koordînatora Giştî ya SAMMER'ê Yuksel Genç jî di nav beşdarên konferansê de cih girtin.

Ji bo dîvana konferansê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Endama Koordînasyona Jinan a HDP'ê Feray Mertoglû, Endama Meclisa Giştî ya Bajar a Şirnexê Zozan Aykût, Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Hediye Karaaslan hatin hilbijartin. Piştî hilbijartina dîwanê ji bo jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

Konferans bi nîşandana sînevîzyona derbarê xebatên jinan ên rêveberiya herêmî ya HDP'ê berdewam kir.

Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak, ji Girtîgeha Jinan a Kandirayê li ser navê hemû jinên girtî peyamek şand.

Di peyama Kişanak de ev tişt hate gotin: "Pergala qeyûm darbeyeke zayendperest, otorîter û mêtingehparêz e. Pergala qeyûm li dijî siyaseta demokratîk a Kurd û tevgera jinên Kurd darbeyeke siyasî ye. Qeyûman destpêkê di rêveberiyên herêmî de hemû hewldanên jinan dan rawestandin. Pergala qeyûm li dijî demokrasiya herêmî êriş e. Qeyûm projeyeke hilweşandin û talan e. Em weke jin li hundir û derve berwedaneke bi hêz bi rêxistin bikin û demokrasiya herêmî ya civakî ava bikin. Ez ji dil ji vê bawer dikim. Ez we jinan û hemû gelê me yê têkoşer bi rêzdarî silav dikim."

Piştî xwendina peyama Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin Amedê Gultan Kişanak a li Girtîgeha Kandirayê dimîne, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî.

Bûldan hemû jinên di konferansê de û yên têkoşîna azadiya jinan didin silav kirin û wiha got: “Ez hemû jinên hatine qetilkirin û Denîz Poyraz a di êrişa li dijî Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr tînim. Em ê bi dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan û bi soza xwe ya têkoşînê re, bi pêş ve biçin. Teqez em ê xeyalên xwe yên hevpar ên jinan pêk bînin. Îro em li vê derê ji bo jinan civîn û konferansek girîng li dar dixin. Em konferans xwe ya jinan a rêveberiyên herêmî ya demokratîk pêk tînin. Ji roja ku me dest bi têkoşîna jinan kir, me hedefek bi xweser danî pêşiya xwe. Gelo ev hedef çibû? Ev hedef zanebûna jinên azad, rêxistinbûyîna jinên azad bû. Bi kurtasî siyaseta jinên azad bû. Ji ber vê sedemê, me got nûnertiya wekhev û me ev yek bi avahiya xweya rêxistinbûyî destpê kir.”

Bûldan diyar kir ku kir tevlîbûna tevahiya jinan a di her warên jiyan û siyasetê de esas digirin û wiha pêde çû: “Di hemû mekanîzmayên biryargirtinê yên partiya me de, nûnertiya wekhev a jinê heye. Me ev yek xistiye pratîkê. Me armanc kir ku jin di astek wekhev de bibin berendam û di astek wekhev de bêne hilbijartin.  Bi vî rengî di siyasetê de bibin xwedî dengek wekhev û me ev bi hev re kir. Ji ber vê me got hevserokatî. Me bi pergala xwe ya hevserokatiyê re, nûnertiya wekhev di hemû qedemeyên rêveberiyên xwe de bi sazî kir.

Ev model di warê nûnertiya wekhev a jinan li welatê me, Rojhilata Navîn û cîhanê de destkeftiyek bi nirxe. Ji bo hemû jinên cîhanê ku nasname û statuya jinan tê tepisandin, modelek girîng e. Em ê vê modelbûna xwe dewam bikin. Ev ji bo jinan serkeftineke sedsalê ye.”

Bûldan bal kişand rejîma qeyûm û wih bilêv kir: “Em bi hişmendiyeke ku dixwaze jinan ji siyasetê, rêveberiyên herêmî, aborî û jiyana giştî dûr bixe re rû bi rû ne. Me her tim got, em ê cardin bêjin: Rejîma Qeyûm, hewldana darbeyê ya li dijî demokrasiyê ye. Darbeya li dijî vîna gelê Kurd a xwe bi rêve dibeye. Hewldana darbeyê ya li dijî pergala hevserokatiyê ye. Dixwazin bi rejîma qeyûm rihê darbeya 12’ê Îlonê li ser piyan bigirin û dewam bikin.

Em ê li dijî pergala serdest, navendparêziya tekparêz ku hewl dide walêt bi qeyran, derew û zordariyê birêve bibe, modela xwe ya rêveberiyên herêmî yên demokratîk ava bikin û di têkoşîna xwe mezin bikin. Me tu carî dest jê berneda û em ê dest jê bernedin. Em dev jê bernadin û teslîm nebin. Em ne tirsiyan û emê tu carî netirsin. Bawer bikin, em ê teqez pergalek demokratîk a ku nûnertiya wekhev a jinan esas bigire ava bikin. Em gav bi gav nêzî vê yekê dibin û ber bi finale ve diçin.

Me têra xwe zanebûn, ezmûn, motîvasyon û hêz heye. Em di siyaseta welat de di rewşek nûnertî û diyarker de ne. Ji ber vê heya em hebin, hêvî jî heye, cesaret jî heye, çareserî û aştî jî wê pêkan be. Ez di vê rêyê de, ji hemû jinan û hemû hevalên xwe yên têkoşer re serkeftinê dixwazim. Em hemû bi hev re jin jiyan azadî! Serkeftin.”

Piştî ku Buldan axaftina xwe bi dawî kir, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.