Şervana YPJ'ê Narvîn Hogir di qezaya trafîkê de şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ragihand ku şervana wan Narvîn Hogir (Dîlan Derwêş) 22'ê Nîsanê di qezaya trafîkê de şehîd bûye.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyêkê ragihand ku şervana YPJ’ê Narvîn Hogir (Dîlan Derwêş) 22’ê vê Nîsanê di encama qezaya seyarê de şehîd bû û got: “Dê xwestek û xeyalên rêhevala Narvîn ji bo me erk û wesiyeta bingehîn bin."

Daxuyanî wiha ye:

“Hevrêya me Narvîn Hogir di sala 1995’an li bajarê Qamişlo di malbateke welatparêz de hate dinê Ji ber welatperweriya malbatê, ji temenê biçûk bi rastiya gelê xwe û doza azadiyê hesiya û tim jî bala wê li ser têkoşîna azadiyê bû.

Hevrê Narvîn di pêvajoya destpêkirina şoreşê, bi berpirsyarî û wêrekiyeke mezin tevlî nav refên YPJ’ê bû. Herdayîm dikir ku di qadên herî dijwar û erkên herî zehmet li pêş be. Di hemleya Til Hemîsê ya salên 2013 û 2015’an bi awayekî aktîf cih girt û tecrûbeyên girîng yên şer bidest xist. Pişte berê xwe da eniya Tirbespiyê, di hemleyên rizgarkirina Tişrîn, Minbic û Reqayê de jî beşdar bû. Di pêvajoya ku dagirkeriya faşîst ya Tirkiyê êrîşî Girê Spî kir bû xwedî têkoşîneke girîng. Tim di eniyên pêş ên têkoşînê de cih girt. Bi dilnizmî û coşa xwe ya jiyanê hate nasîn û hate hezkirin.

Rêhevala me Narvîn Hogir bi destanên qehremanî yên şervanên azadiyê mezin bibû. Wê jî dabû ser şopên sê kurapên xwe ku di salên 1990’an de li çiyayên azad ên welat şer kiribûn û şehîd bibûn. Ji bo rêhevala Narvîn dawîkirina dagirkeriya li ser welat û avakirina pergala demokratîk û azad a li ser bingeha pergala Rêber Apo, armanca sereke bû. Lewre jî xwe hem di warê leşkerî, hem jî birdozî perwerde dikir. Ne tenê di warê biranşên leşkerî pispor bû, pê re jî di warê îdeolojîk de jî gihîşt danehev û kûrbûneke berbiçav.

Em rêhevala xwe Narvîn Hogir, bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Didin diyarkirin ku dê xwestek û xeyalên rêhevala Narvîn ji bo me erk û wesiyeta bingehîn bin. "

Nasnameya şehîd Narvîn Hogir wiha ye:

Nasnav: Narvîn Hogir

Nav û Paşnav: Dîlan Derwêş

Navê Dayik: Nesrîn

Navê Bav: Mihemed Sîrac

Cih û Dîroka Şehadetê: Sirîn- 22-04-2024.